Gumanbarê hewl da Gulderenê qetil bike hat girtin 2023-10-21 18:05:52   DENÎZLÎ - Li Denîzliyê gumanbar Beytullah Şeker yê hewl da jina binavê Gulderen Ş. Ku di asta destberdanê de bû qetil bike, piştî mudaxaleya welatiyan hat binçavkirin û girtin.   Li taxa Hacikaplanlar a Denîzliyê 6 roj berê mêrê bi navê Beytullah Şeker xwest jina bi navê Gulderen Ş.  ku pê re di asta destberdanê de bû qetil bike. Lê welatiyên derdorê mudaxale kir û Gulderen rakirin nexweşxanê.   Gumanbar jî ji ber di bedena wî de gelek şikestin hebûn rakirin nexweşxanê. Piştî dermankirinê hat binçavkirin û girtin.