Xizmên Windayan li Amed û Êlihê daxwaza pêkanîna edaletê kirin 2023-10-21 15:07:10       NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê çalakiya xwe pêk anîn û diyar kirin ku dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin.    Malbatên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” domandin.    Amed    Malbatên Windayan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev, 767’emîn çalakiya xwe li dar xistin. Malbatên ku pankarta wêneyên windakiriyan li ser vekirin, wêneyên zarokên xwe jî hilgirtin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman ê di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn di pêvajoyeke şer a gelekî hilweşîner re derbas dibe û wiha got: “Em ji vê derê careke din bang dikin, şer hilweşînin ji kerema xwe pêşiyê li vê yekê bigirin.”   Endama ÎHD’ê Berfîn Elçî vê hefteyê çîroka Huseyîn Aydemîr ê di 19’ê cotmeha 1995’an de li Stenbolê hate windakirin xwend. Berfîn, bal kişand ku di şertên ku mafên mirovan bi awayekî sîstematîk lê tên binpêkirin de di bin çavan de mirov dikarin bên windakirin û wiah got: “Ya ku van şertan diafirîne jî hebûna pergala necezakirinê ye. Çend sal derbas bibin bila derbas bidin em ê ji bo Aydemîr û hemû windakiriyên xwe dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Êlih    Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di hefteya 603’yemîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de, wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên Windakiriyan, parazvanên mafê mirovan, rêveberên Şaxa OHD’a Êlihê û MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Yilmaz Gumuş ê di 21’ê cotmeha 1993’yan hêj 17 salî bû li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê hate windakirin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî çîroka Yilmaz xwend.    Piştî xwendina çîrokê çalakiya rûniştinê hate kirin.