Peymangeha Amedekirina Mamosteyan hat vekirin 2023-10-21 14:53:49     Mîdye Miqted   HELEB - Cara yekemîn li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê Peymangeha Amedekirina Mamosteyan hat vekirin. Mamoste û xwendekarên derbê vê mijarê de hestên xwe anîn ziman wiha gotin:" Em ê di demên pêş de zêdetir zanista xwe bi pêş bixin û em ê bi vî awayî zêdetir şoreşa xwe bi pêş bixin."   Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku berxwedanên bêhempa lê hatiye meşandin û bi bingeha projeya şerê gelê şoreşger tê nasîn deriyê xwe ji Peymangeha Amedekirina Mamosteyan re vekir. Mamoste û xwendekaran derbarê vekirina peymangehê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin:"Ev vekirin ji bo me gavek pir girîng e ku em dikarin bi rehetî û bi zimanê xwe xwendina xwe berdewam bikin û nifşên nû bidin avakirin."   'Ji bo me cihê şanazîyê ye'   Xwendekara peymangeha amedekirina mamosteyan Şêrîn Feqî wiha ji ajansa me re kêfxweşiya xwe par ve kir û got:"Em spasiya xwe ji KPC Demokratîk re dişînin ku ev derfet ji bo me dan avakirin. Xwendekarên derfet bi wan re tune ne ji bo wan gelekî baş bû. Di taxê xwe de wê xwendina xwe berdewam bikin. Ev jî ji bo me cihê şanazîyê ye û gavek pir pêşketî ye ."   'Serkeftin wê her para me be'   Di dawiya axaftina xwe de Şêrînê da diyarkirin ku ew ê bi perwerdeya xwe nifşên nû bidin avakirin û got:"Em hêvî dikin ku em her serkeftinê bikin para xwe, her wiha ev gavavêtin di civakê de roleke pir girîng bilîze ."   'Şoreşa me bi pêş dikeve'   Di heman demê de mamosteya zimanê kurdî ya taxa Şêxmeqsûdê Zozam Mihemed jî ji ajansa me re derbarê vekirina peymangehê de nirxandin kir û got:"Di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de berxwedanên bêhempa hat meşandin. Îro jî bi saya berxwedana şehîdan em gihaştin roja îro. Îro em dikarin bi zimanê xwe bixwînin û peymangehên xwe jî vekin, ji bo ku xwendekarên me xwendina xwe berdewam bikin. Em roj bi roj zêdetir pêşketina xwe ava dikin û zimanê xwe dewlemendtir dikin. Em ê di demên pêş de zêdetir zanista xwe bi pêş bixin û em ê bi vî awayî zêdetir şoreşa xwe bi pêş bixin."