Konferansa herêmî ya Amedê hat lidarxistin 2023-10-21 11:35:53       AMED - Di Konferansa Herêmî ya Amedê de hat diyarkirin ku desthilatdariyê ji ber çav bera destkeftiyên kurdan daye qeyûman tayin dike û wiha hat gotin:"Em ê dîsa nîşan bidin ku ka em şaredariyên xwe çawa ji destên qeyûman derdixin. Em ê siberojan bajaran diyar bikin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku dê di 12’ê mijardarê de li Enqereyê bêlidarxistin de li Eywana Dawetê ya Ayaz a li navçeya Peyasa Amedê Konferansa Herêmî ya Amedê pêk tîne. Li eywana konferans lê tê lidarxistin pankartên “Bi civaka rêxistinî ber bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk ve” û “Hevserokatî xeta me ya mor e” hatin daliqandin.    Nûnerên partiyên siyasî, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî konferansê bûn.   Di konferansê de hat gotin AKP û MHP heman tiştê di navbera Îsraîl û Filistinê li ser kurdan pêk tîne û hat gotin ew ê ji bo namzetan li her deriyî bidin.    Her wiha hat gotin wê bersiva hilbijartina giştî di vê hilbijartinê de bê dayin.    Piştî axaftinê konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.