Li ciwanên êzidî sîxurî hat ferzkirin 2023-10-21 10:03:23       NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK’ê 15 ciwanên Êzidî yên ji bo tevlî Cejna Cimayê bibin çûn Laleşê, binçav kir. Hat zanîn ku îşkence li ciwanan hatiye ferzkirin û sîxûrî lê hatiye ferzkirin.   Zêdeyî mehekê ye li seranserê Şengalê rojên Pêncşem û Înê yan, cejnên Cimayî yên Êzidiyan dihate pîrozkirin. Êzidiyên li her devera cîhanê piştî li cihên ku lê dijîn, cimayiyên xwe pîroz dikin, qubên xwe ciwan dikin û hilêla xwe lê siwar dikin, ji bo fînala cimayî jî serdana Laleşê dikin. Li gorî baweriya Êzdayetiyê divê her ciwanek Êzidî herî kêm carekê serdana Laleşê bike û li wir bi ava kaniya spî were mohrkirin.   Ji 6’ê mehê ve cimaya Laleşê dest pê kiriye û bi coç û xiroş tê pîrozkirin. Êzidî ji her aliyê cîhanê û bi taybet jî ji Şengalê serdana Şêxadî dikin. Her wiha ji Şengalê jî gelek ciwan û xelk serdana Laleşê kirin, ji bo tevlî merasîmê bibin.   Lê ciwanên ji Şengalê çûne û beşek ji wan di nava saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de cih digirin, dema serdana Laleşê kirin hatin girtin û îşkence li wan hate kirin.   Li gorî agahiyên hatine wergirtin pêşmerge û asayîşa PDK’ê ya di deriyê Laleşê ku hejmara wan digihije 30 kesî, nasnameya Êzidiyên diçin Laleşê kontrol dikin û li gorî wê gelek kesan binçav dikin.   Ji ber li gorî PDK’ê ciwanek Êzidî li ber DAÎŞ’ê rabûye, axa xwe diparêze û girêdayî axa xwe ‘tawanbare’, lewma ciwanên ji saziyên Rêveberiya Xweser serdana Laleşê dikin, digire, zextê li wan dike û sîxûrtiyê li wan ferz dike.   Di vê cimayê de 15 ciwanên ku beşek ji wan di nava Asayîşa Êzidxanê de cihê xwe digirin û beşek din jî di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin, ji aliyê pêşmerge û asayîşa PDK’ê yên deriyê Laleşê girtine ve, hatin binçavkirin. Ciwan dema dixwazin bikevin Laleşê nasnameya wan tê kontrolkirin, tên astengkirin û ji wir dibin baregeha xwe.   Li gorî zanyariyên ciwanên hatine berdan, piştî lêpirsîna pêşmergeyên PDK’ê, ciwanên hatibûn binçavkirin vediguhesin navenda Parastinê ya Dihokê û li vir êşkence li wan tê kirin. Hate zanîn ku di dema îşkenceyê de sîxûrtiya ji bo MÎT û Parastinê li ser wan hatiye ferzkirin.   Her wiha Parastina PDK’ê di dema îşkenceyê de agahî derbarê berpirsên Rêveberiya Xweser û pêşengên Şengalê de xwestine û li beramber serbestberdana wan agahî ji wan xwestiye.   Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser daye, heya niha ji 15 ciwanên hatine binçavkirin, 7 kes hatine berdan û 8 kes jî hîn li Dezgeha Parastinê ya li girtîgeha Zirkan a Dihokê tên girtin.