Penaberên girtî yên Kurd li Slovakyayê dest bi greva birçîbûnê kirin 2023-10-20 18:45:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan penaberên Kurd ên li bajarokê Medved’ov ê li herêma sînorê Slovakya û Macarîstanê hatibûn binçavkirin, li dijî pêkanînên dijmirovahiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.   45 penaberên li Girtîgeha Medved’ovê di 19’ê Cotmehê de ragihandin ku dest bi grevê kirine. Hinek penaberên Kurd bi meha in li girtîgeha Medved’ovê tên girtin. Nizanin bê ka çima hatine girtin û wê heta kengê girtî bimînin.   Hat diyarkirin ku dema penaberan dest bi greva birçîbûnê kirine, polîsan bi nêzî 30 kûçikan hatine koxuşê. Penaberên girtî diyar dikin ku mafên wan ên ragihandinê tên astengkirin, neçar dimînin cilên girtîgehê li xwe bikin û heqê xwarina ku dixwin bidin. Penaberan ragihandin ku şert û mercên paqijiyê ne baş in û ji ber metirsiya nexweşiyên vegir bi fikar in.   Penaberan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em ji bo azadiya xwe di greva birçîbûnê de ne. Em li vir rûbirûyê tundiya psîkolojîk û pêkanînên dijmirovahiyê tên. Mafên me nayên dayîn. Tu mafên me yên bingehîn ên mirovî pêk naynin. Terciman nîne. Gazindên me pişt guh dikin. Em nikarin xwe bigihînin nûnerên qanûnî an jî rêxistinên mafên mirovan. Ji ber vê yekê me 19’ê Cotmeha 2023’an de biryar da ku heta em azadî û mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bi dest bixin, di greva birçîbûnê de bin.”   Penaberan daxwaz kirin ku şert û merc bên başkirin û prosedûra qanûnî bên kirin û wiha gotin: “Em bang li Midûrê Girtîgeha Medved’ovê Krîstîan Kodaî dikin ku dawî li şert û mercên dijmirovahiyê bînin.”