Li Sultangazî tûndiya mêr 2023-10-20 18:06:07   STENBOL- Li Sultangazî ya Stenbolê mêrê ku nasnameya wî nehat zanîn hewl da jina bi navê Hatun Keskîn qetil bike. Dermankirina Hatunê li nexweşxanê didome û gumanbar jî hîna nehatiye girtin.   Li navçeya Sultangazî ya Stnebolê li taxa Sultançîftlîgî di saetên sibehê de mêrê ku nasnameya wî nehat zanîn li deriyê jina bi navê Hatun Keskîn xist û hewl da Hatunê qetil bike. Gumanbar piştî vê ji cihê bûyerê dur ket. Welatiyan agahî dan ekîbên tenduristiyê û rakirin nexweşxanê.   Esnafekî taxê da zanîn ku Hatun berê jî ji aliyê mêrê ku dest jê berdaye ve rastî êrîşê hatiye. Gumanbar hîne nehatiye girtin.