Jinên li ber edliyeyê kom bûn: Em şer naxwazin 2023-10-20 13:45:04     AMED - Jinên ku di pêşengiya Tora Têkoşîna bi Tundiyê re li ber Edliyeya Amedê kom bûn li dijî êrîşên li ser rojavayê Kuridstanê û Filistînê bertek nîşan dan û gotin, "Em şer naxwazin."   Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê, bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî rojavayê Kurdistan û Filstînê li ber Edliyeya Amedê bi jinan re kom bû. Li ber edliyeyê polîsên ku kom bûn xwestin ku jin ji pankarata xwe navê "Rojava" derxînin. Ligel niqaşên ku hatin kirin jinan ji daxwaza xwe gav paşve navêtin û Seroka Navenda Jinê ya Baroya Amedê Esmer Ozer jî axaftineke kurt kir.    'Em jin aştiyê dixwazin'   Esmerê wiha got, "Em jin şer naxwazin. Me dê li vêderê îro daxuyanî bida lê ji ber ku di pankarta me de Rojava cih girtibû destûr nehat dayîn ku em daxuyaniyê bidin. Lê ku dibe bila bibe em şer naxwazin. Em jin tenê aştiyê dixwazin."   Çalakiya rûniştinê   Piştî axaftina Esmerê, jinan ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist û gotin, "Ne li hemberî jinan li hemberî Israîlê barkîkatan daynin." Jinên ku dirûşmên, "Jin şer naxwazin" û "Jin jiyan azadî" berz kirin piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.