Wezaretê ji malbata girtî pereyê xwarinê xwest 2023-10-20 09:06:58     Oznur Deger   MÊRDÎN - Dîlber Tanrikulu ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmara Yekê ya Kandirayê dimîne, Wezareta Aborî û Xezîneyê 5 hezar û 420 TL bedela îaşe tebligê navnîşana malbata wê kir.    Dîlber Tanrikulu ku cezayê muebeta giran lê hatiye birîn û li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Hejmara Yekê ya Kandirayê dimîne. Ji bo malbata Dîlberê ku li Mêrdînê dijî, Wezareta Aborî û Xezîneyê 5 hezar û 420 TL bedela îaşe tebligê navnîşana malbata wê kir.   5 hezar û 420 TL pereyê xwarinê xwestin   Di teblîgatê de hat diyarkirin ku 5 hezar û 420 TL ku lêçûna xwarina salekê ya navbera Çileyê 2022 û Kanûna 2022’yan dihewîne divê demildest bê şandin û di rewşa ku neyê dayîn de wê bi zema wê bê girtin.   Ji 2016’an heta niha girtiye   Dîlber di 26’ê Gulana 2016’an de li Nisêbînê ya Mêrdînê ku dema qedexeyên derketina kolanê berdewam dikir de ji korîdorê ku 17 jê zarok bûn nav 70 kesî de cih digirt û parçeyê şarepnelê li çima wê ketibû. Sê mehan li Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê hatibû dermankirin. Piştî derxistin dadgehê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Bi îdiaya yekîtiya dewletê xera kiriye cezayê muebeta giran lê hat birîn.   Sê caran emeliyat bû   Di 2018’an de surgunê girtîgeha Sîncanê hat kirin. Ji ber parçeyên şarepnelê yên di çîma wê de sê caran emeliyat bû û di lîsteya nexweşên giran a ÎHD’ê de cih digire.    Ev salek e li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmara Yekê ya Kandirayê dimîne.