Atoleyeya jinan a rêveberiyên herêmî pêk hat 2023-10-19 20:24:50   MÊRDÎN - Jinên di atolya jinan a rêveberiya herêmî de mafê axaftinê girtin, balkişandin ser tecrîda desthilatdariyê û polîtîkayên şer yên li Kurdistanê tên meşandin.   Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) atolya jinan a rêveberiyên herêmî pêk hat. Jinên HDP û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û aktîvîstên Tevgera Jinên (TJA), rêxistinên jinan û jinên sendîkayî tevli bûn.   Ligel jinên Mêrdînê ji Sêrt, Şirnex û Êlihê jî jin hatibûn. Di atolyeyê de polîtîkayên li Kurdsitanê tên meşandin, tecrîd û polîtîkayên asîmîlasyonê hatin nîqaşkirin.   Atolye bi nîqaşan bidawî bû.