Li Enqereyê jinek hat qetilkirin 2023-10-19 17:46:01   ENQERE - Li navçeya Dîkmen a Enqereyê mêrê bi navê Ahmet Ayan jina bi navê Munever Ayan ya pê re zewicandî qetil kir.    Li navçeya Dîkmen a Enqereyê mêrê bi navê Ahmet Ayan jina bi navê Munever Ayan ya pê re zewicandî qetil kir.Kurê muneverê gazî çîlîngîr kir û piştî derî vekirin bûyer derket holê. Gumanbarê ku wê navberê li malê bû, piştî kurê xwe dît ji malê reviya.   Ekîbên tenduristiyê yên hatin malê tespît kirin ku Munevverê jiyana xwe ji dest daye.  Hat hînbûn ku  gumanbar hatiye binçavkirin.