Li Minbicê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin 2023-10-19 16:08:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Minbicê û gundewarê wê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: “Divê têkoşîna gelên azad a ji bo dawîdanîna li tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê mezinkirin.”   Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbicê bi beşdariya sedan xelkê başûr û rojavayê Minbicê meşek li dar xist. Di meşê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî hatin şermezarkirin û bang li tevahî gelên azad hat kirin ku azadiya gelan bi pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkane, lewma divê têkoşîna ji bo wê mezin bikin.   Endamên Meclisa Xeta Muhterêq, Meclisa Xeta Farat, endamên komînên her du meclisan, bi sedan şêniyên başûr û rojavayê Minbicê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn.   Meşê li gundê El Ewseclî yê rojavayê bajêr dest pê kir û li pêşiya navenda tenduristiyê ya li bakurê gund rawestiya. Tê de wêneyên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin, hatin bilindkirin.   Li pêşiya navendê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdo El Cemîlî axivî û got: “Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Di şexsê Rêbertî de gel tevahî hat hedefgirtin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nûnerê vîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn e. Dewletên kapîtalîst xwestin bi komployan wê ramanê têk bibin.”   Her wiha di çalakiyê de hat gotin: “Divê em çalakî û pêngavên ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin. Heta azadî û demokrasî ji gelê me re pêk were, berxwedanê berdewam bikin.”   Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Abdullah Ocalan bi dawî bû.