Hinceta berata rojnamegeran: Bi mebesta çêkirina nûçeyan tevgeriyan 2023-10-19 15:57:52     ENQERE - Di biryara bihincet a biryara beraetê ya rojnameger Dîlan Babat û Firat Can Arslan de hat gotin ku rojnameger bi hinyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla endamên MÎT’ê ve hate qetilkirin. Dema nûçegihana me Dîlan Babat û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan û di 13’ê cotmeha 2022’yan de merasîma definkirina cenazeyê Nagîhanê dişopandin, hatin binçavkirin.    Her du rojnamegeran jî bi îdiaya “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye” li emniyetê îfade dan û piştre hatin berdan. Piştre jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê doz hate vekirin û dozger mutalaa pêşkeş kir. Tevî vê yekê jî darizandin di 5’ê cotmehê biencam bû dadgehê got ku tawanbariya tê kirin bêbingeh e û ji bo her du rojnamegeran biryara beraetê da.    Dadgehê, biryara xwe ya bihincet amade kir û got ku rojnamegeran ji hedefnîşandana cendirmeyan zêdetir, bi inyeta çêkirina nûçeyê Nagîhanê tevgeriyane. Her wiha dadgehê destnîşan kir ku tu ewraq nînin ku cendirmeyên rûyê wan xuya dikir di “têkoşîna li dijî terorê de” cih girtine yan na. Dadgehê got ku lewma hewldaneke ji bo hedefnîşandanê tune ye.    Dozgeriyê îtiraz kir   Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê îdia kir ku biryara beraetê ya rojnamegeran li dijî usûl û qanûnan e û serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Konyayê da.