‘Kesên ku şer bidin sekinandin gelên bindest û kedkar in’ 2023-10-19 14:33:49       RIHA - Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê dan û daxwazên xwe yên aştiyê qîr kirin.    Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê li Rihayê bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo bertekên xwe nîşan bidin li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê hatin ba hev. Endam û rêveberên Haber-Sen’ê, Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan jî tev li bûn. Di daxuyaniya pankarta bi kurdî, erebî û tirkî li ser “Riha aştiyê dixwaze” dinivîsî de Berdevkê Demê yê Platformê Kemal Yuksekkaya axivî û wiha got: “Em li ser erdnîgariya xwe û cîhana xwe aştiyê dixwazin.”   Di daxuyaniyê hat, diyarkirin ku li ser erdnîgariyên Kafkasya, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rewşa şer ya heyî bi awayekî bifikar temaşe dikin û wiha hat berdewamkirin: “Di 6’ê cotmehê de Wezareta Parastinê ragihand ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke hewayî dane destpêkirin. Di êrişên hewayî de sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, qadên jîngehên sivîl hatin bombebarankirin. Vê yekê di çapemeniyê de jî cih girt.”   ‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’    Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê hatine asta qirkirinê û wiha dewam kir: “Bombekirina nexweşxaneyan û astengkirina mafê tedawiyê ya kesên tedawî dibin li dijî Peymana Cenevreyê û rêgezên hiqûqa şer in. Beriya du rojan li Meclisê tezkere hate îmzekirin. Em ji ber êrişên hewayî yên li dijî bakurê Sûriyeyê zêde dibin û daxuyaniyên tên dayîn bi fikarin ku welatê me ber bi şerekî berfireh ve diçe. Şer, birçîtî, xizanî, koç, mirin, talana xwezayê û hêsrên çavan e. Em ji ber vê yekê dibêjin ‘şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e’.”   ‘Kesên ku şer bidin sekinandin gelên bindest û kedkar in’    Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku dewlet dê di bin navê “berjewendiyên netewî” de pêşiyên pergala kapîtalîst û sermayeyê li ber çavan bigirin û li gorî vê yekê helwestekê nîşan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dê ji bo xespa mafên hatine bidestxistin û nirxên demokratîk veguherînin firsendekê. Tişta pêk tê jî ev e. Kesên ku şer bidin sekinandin gelên bindest û kedkar in. Ji bo em xwedî li jiyan, pêşeroj û keda xwe derkevin em têkoşîna xwe ya aştiyê bilind bikin. Divê demildest şer bên sekinandin, di bin banê peyman û hiqûqên navnetewî de hemû pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan çareser bibin. Cîhaneke aligirê jiyan û aştiyê pêkan e. Tu kes bi şer sernakeve û bi aştiyê winda nake.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Ji şer re na, bila aştî demildest pêk bê” bi dawî bû.