Li Îdirê bûyera destdirêjiya sîstematîk 2023-10-19 09:15:45   Rojda Aydin   ÎDIR - Li Îdirê derket holê ku 6 mêr nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine û bi darê zorê fûhûşê lê dane kirin.   Li navenda Îdirê derket holê ku zarokekê bi tecawiz û fûhûşê re rû bi rû maye. Ji ber şantaj û gefan zarok nikaribû bûyerê ji malbata xwe re vebêje, ji ber ev gef berdewa kirin di 27’ê Îlonê de çû Midirûyeta Polîsan a Îdirê û behsa tiştê ku jiyaye kir. Di îfadeyên emniyet û dozgeriyê de hat zanîn ku 6 mêr nêzî 4-5 mehan destdirêjî li zarokekê kirine û bi şantajê fûhûş lê dane kirin.    Zarok di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ji aliyê mêrên bi navê Ferhat Angay, Onur Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Murat Altun û Alîcan Begeç ve bi tecawizê re rû bi rû maye û derbarê kiryaran de gilî kir. Piştî ku bûyer derket holê malbata zarokê jî derbarê kiryaran de gilî kir.   Rapor de tecawiz derket holê   Di heman demê de di mûayeneya nexweşxaneyê de jî derket holê ku zarok bi tecawizê re rû bi rû maye. Kiryaran di îfadeyên xwe yên emniyet û dozgeriyê de tecawiz û şantajê qebûl nekirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê di 27’ê Îlonê de kiryar Onur Begeç, Alîcan Begeç, Vedat Gîden û Murat Altun bi sûcê “Êrîşa zayendî ya li heberî zarokê” tên girtin û wan dişînin Saziya Înzfazê ya Girtî ya Tîpa S ya Îdirê. Kiryar Ferhat Angay jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Di heman demê de kiryar Cemraîl Yildiz ji ber ku winda ye hîn îfadeya wî nehatiye girtin.   Piştî bûyer derket holê şûnde hat zanîn ku zarok kirine bin parastinê.