'Çareseriya têkoşîna bi tundiyê re rêxistinbûn e' 2023-10-19 09:02:56       ŞIRNEX - Seroka Komeleya Mîmozayê ya Jinan Çîgdem Goksu, bal kişand ser girîngiya di rêveberiyên herêmî de têkoşîna bi tundiyê re. Çîgdemê, diyar kir ku bi rêxistina di bin banê rêveberiyên herêmî û rêxisitnkirina di bin banê saziyên jinê û yên sivîl de dê têkoşîn mezin bibe û ev têkoşîn dê encam gir be.    Komxebata bi sernavê "Em ber bi  hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024'an polîtîkayên jinan nîqaş dikin" ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk ve li navçeya Silopî ya Şirnexê pêk hat. Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên herêmî de di 7-8'ê Cotmehê de, jinan  mijarên bi sernavên “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê", "Aboriya jinan", "Ekolojî û jin", "Çand û ziman", "Hevjiyana azad" û "Pergala Hevserokatiyê" niqaş kirin.   Çigdem Goksu ya Seroka Komeleya Jina ya Mîmozayê ya Mersînê ku yek ji kesên tevli komxebatê bû, çareseriya tundiya li ser jinê ku mijara wan a komxebatê bû  nirxand.   'Şerê taybet bi tundiya li ser jinê xwe dide der’   Çigdem Goksu,  diyar kir ku di komxebatê de ew bi taybetî li ser tundiya li jinê,  astengkirina kar û xebatên çandîçandî, dejenerasyona civakî û neofaşîzma ku bi rêzbazên şerê taybet li kurdistanê tên pêşxistin sekinîne û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek hêlên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi tundiya li jinê xwe didin der. Herwiha hem li Kurdistanê û hem li metrepolên Tirkiyeyê jî bi fuhûş û tirkyaka ku di nav civwan de bikaranîna wan tê belavkirin  xwe didin der . Her çiqas ku tundî di warî fizîkî de zêde bahsa wê bê kirin jî tundiya derûnî û zayendî jî gelek e ku bi qasî tundiya fîzîkî nayê nîkaşkirin û dîtin. Sedema ku  tundiya zayendî nayê dîtin, nêrîna çandî û civakî ye. Tundiya derûnî jî heman e. Dema ku em behsa tundiyê dikin ewil tundiya fîzîkî tê hişê me û ev jî wkî lêddan tê binavkirin.”   'Qedexebûna ziman tundiya li jinan zêde dike'   Çigdemê balkişand ser pêkanînên qeyûman jî  û destnîşan kir ku beriya qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin rêveberiyên heremî bi polîtîkayên jinan û rêbaza hevserokatiyê dihatin rêvebirin. Çigdemê bilêvkir ku ji ber şaredariyên HDP'ê bi perspektîfa jinan dimeşiyan  gelek navendên şewirdariyê û stargehên di bin banê rêveberiyên herêmî de vekirin û wiha dewam kir: “Her wiha bi pergala hevserokatiyê jî ji bo jinan xebatên gelek xurt hatin kirin. Ji ber vê yekê dema ku qeyûm nû tayînî ser şaredariyan hatin kirin di destpêkê de pergala hevserokatiyê, stargehên jinan û navendên şewirdariyê yên jinan hedef girtin. Di pêvajoya girtina sazîyan de me baş dît ku jinên bi zimanê xwe, xwe nikarin îfade bikin, nizan sazî li ku derê ne û dema ku tundiyê bibînin nizanin wê biçin serî li ku bidin. Wan jinan ji me re digotin ji ber ku em bi zimanê tirkî nizanin û nikarin xwe îfade bikin û nizanin ku emê serî li ku bidin em dîsa dikevin nava çerxa tundiyê. Ji bo jin xwe li dijî tundiyê baş karibin biparêzin, pêwîste saziyên bi zimanê wan xebatê bidin wan  hebin. Avakirina saziyên rêxistinên sîvîl û saziyên jinên resen ji ber vê yekê cihek gelek taybet digire. Saziyên ku di pêvajoya qeyûmê de hatin girtin,divê dîsa bi rêxistinên sîvîl û piştevaniya jinan re bên vekirin. Rêveberiyên heremî ji bo vê rolek gelek girîng dilîzin. Ev pergal, ji bo têkîliya gel û çareserkirina pirsgirêkan pergaleke taybet e. Dema ku di nav hevşaredar û keyayan de hijmara jinan zêde dibe, jin li gel jinan  xwe zêdetir rehet îfade dikin û ji ber vê yekê jî çareserî jî hêsantir dibe. Lewra divê xebatên reveberiyên heremî li dijî tundiya jinan bi hewcedariyên civakê re pêş ve biçin.Yek ji encamên herî girîng ên  atolyeyê jî zêdekirina hilbijartina hevşaredaran û mixtaran bû.”    'Girtina saziyên jinan tundî zêde kir'   Çigdemê daxuyand ku bi tayînkirina qeyûman re gelek saziyên jinan, pêşdibistan, navendên teknolojiyê ji bo jinan, navendên şewirdariyê hatin girtin û xebat hatin asttengkirin, ji ber vê yekê jî jin vegeriyan çerxa tundiyê, bi gûman jiyana xwe ji dest dan û hatin qetilkirin. Çigdemê da nîşandan ku xebatên bi reveberiyên heremî û rêxistinên sîvîl re tên kirin gelek girîngin û wiha got: “ Her çiqas partiyên siyasî yên pergalê û reveberiyên heremî bixebitin jî di encamê de ev bi bîrdoziyên xwe bajar bi rê ve dibin. Lewra divê qadên rêxistinên sîvîl û reveberiyên heremî ji hev cûda bin. Ji ber ku her çiqas bîrdoziya rêxistinên sîvîl hebin jî xebatên wan civakî ne. Wek mînak em ji bo jinên koçber, penaber û hemû jinên Mêrsînê xebatan dimeşînin û em neçarin ku li gorî pêwîstiyên wan tevbigerin. Me beriya demekê, li 10 taxan ji bo jinên penaber ên Efganîstanî, Surîyeyî, jinên roman, kurd û tirk xebatek  meşand û me dît ku ji bo hemû nasnameyan encam yek e. Tundî pirsgirêka wan a hevpar e. Her wiha me di vê xebatê de me dît ku ji % 90 jinên ku em bi wan re ketin tekilîyê qet neçûne şaredariyê û haya wan ji polîtîkayên şaredariyê yên ji bo jinan tune ye. Wek mînak jinên penaber ji ber ku nasnameya wan tune ye, zarokên xwe nikarin bişînin dibistanê û ji ber vê yekê jî ji mfê xwe yê tendirûstiyê nikarin sûdê bigirin. Nikarin bi zimanê xwe, xwe îfade bikin, em dikarin van mînakan  zêde bikin. Jinên kurd jî pirsgirêka ziman dijîn  û ji ber vê yekê jî ji xebatên reveberîyên heremî haydar nînin. A rastî armanca me ev bû ku em bibin wek pira û  polîtîkayên jinan ên reveberîyên heremî ji wan re vebêjin. Her wiha dayîk, bi kurên xwe yên 12 salî re nikarin di stargehan de bihev re bimînin. Ji ber vê yekê jî zarokên kur li yurdan tên bicîhkirin û piştre jî ji ber ku dayîk nikarin ji zarokên xwe biqetin  neçar dimînin ve digerin malê. Jinan ji me re got em ji xeynî pakêtên alikariya civakî mafên xwe dixwazin.”   ‘Leşker ji kincên li ser xwe hêzê digirin’   Çigdemê da zanîn ku rêveberiyên heremî xwe nikarin bigihijîne her qadê lê belê bi hevkariya saziyên rêxistinên sîvîl re dikarin qadên ku vala dimînin tijê bikin. Çigdemê anî ziman ku dema jin bi rêxistin bin li dijî tundî û polîtîkayên şer dikarin xwe biparêzin. Çigdemê binê bûyera di ecnama polîtîkaya şerê taybet  de li Wanê pêk hatibû xêz kir û wiha axivî: “Li wê derê jin ji aliyê leşkeran ve hatin tacîzkirin û li dijî vê welatiyên wêderê bertekên gelek xurt nîşan dan. Her wiha piştî bûyerê jî doz li jinan hat vekirin. Kesên bi kincên leşkerî li Kurdistanê ji kincên li ser xwe hêzê digirin û  tu ceza li wan nayê birîn.  Ji  ber vê yekê jî zêdetir êrîşî jin û ciwanan dikin.  Li metropolan jî jinên ciwan dema diçin xebatê em heman tiştî dibînin.  Jinên li depoyên Mersînê dixebitin ji wan re tiryak tê dayîn û dîmenên wan tê kişandin û bi van jî gef li malbat û jinan tê xwarin. Ev jî digihije ata bazirganiya jinan û  vediguhere xistina jinê. Li pêşiya me pirsgirêkên gelek mezin hene. Asta ku em gihîştine piştî feshkirina peymana Stenbolê, polîtîkayên bêcezakirinê hişmendiya mêrsalar zêdetir kiriye. Ji ber vê yekê jî ev pêvajo ji bo me gelek giran derbas dibe.”   ‘ Bi guhertina qanûna 6284’ê dixwazin jinan asteng bikin’   Çigdemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di dema hilbijartinên giştî yên dawî de desthilatdariya AKP-MHP qanûna 6284 ji bo dengan berhev bike dîsa kir rojevê rojevê û  wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku soz dabû,  cemaatan û bi HUDA  PAR'ê, Partiya Saadet û Yeniden Refahê dixwazin bi têgeha “ malbatê”  jinê bifetisînin. Niha dê Destûra Bingehîn a nû çêbikin  û di  ji bo vê destûrê de dê cih bidin qanûna 6284’ê jî. Li gelek herêman komxebat tên kirin û li ser vê niqaş tên kirin. Lê ev bêyî rêveberiyên herêmî tên kirin. Ev jî tê wateya ku desthilatdarî bi guhertina qanûna 6284’ê armanc dike ku jinan asteng bikin û wan bi rêbaza hişmendiya civakî ya mêrsalar rêve bibin.  Piştî van niqaşan zewacên zarokan zêde bûn. Guhertina qanûna 6284'ê  ji bo jin û zarokan talûqeyek mezin e.”