'Komkujiya Xezayê sûcê mirovahiyê ye' 2023-10-18 15:56:19     NAVENDA NÛÇEYAN - KNK, PYD, CÎK û TEV-DEM, êrişa li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya Xezayê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin û gotin: "Êriş wekî trajediya mirovî, komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê ye."    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) û Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî êrişa li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya Xezayê daxuyaniyên nivîskî dan û êriş şermezar kirin.    Ji KNK'ê banga diyologê    Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û êriş bi tundî şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Em weke KNK'ê bi tundî vê êrişê şermezar dikin. Êriş ji aliyê kê hatibe kirin, bi tu rengî nayê qebûlkirin. Êriş li ser bingehên sivîl, weke nexweşxane û bingehên sivîl ên din li dijî yasa, peyman û prensîpên navdewletî ne. Em weke gelê Kurdistanê êş û encamên êrişên bi vî rengî li ser saziyên tenduristî û yên din baş nas dikin. Ji ber ku bi salane gelê Kurdistanê tûşî êrişên bi vi rengî ji aliyê dewletên dagirker ên weke Tirkiye û yên din rû bi rû maye.   Dîrokê nîşan daye ku pirsgirêka Filistîn-Îsrailê bi şidetê çareser nabe. Pirsgirêka ku niha wek şerê navbera Hamas û Îsraîlê de tê dîtin, ji ber berjewendiyên cuda yên dewletan kûrtir dibe. Mixabin eş û azarên gelê Filistînê wek di êrişa li ser nexweşxanê diyar bû ji aliyê hinek dewletan ve ji bo siyaseta berjewendiyan tê bikaranîn. Bi taybetî siyaseta durû ya Serokkomarê Tirk Erdogan a ku hîna jî Filistînê weke herêmeke berê ya Împaratoriya Osmanî dibine. Tê zanîn ku Erdogan hemû derfetan ji bo stratejiya dagirkeriyê bi kar tîne. Li ser gelê Filîstînê siyaset dimeşîne. Lê li aliyê din heman hovîtiye li ser gele Kurd li Bakûr û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dike. Erdogan wek Filîstîn ê, her wiha Rojavayê Kurdistanê jî wek malê xwe yê berê yê dema Osmaniyan dibîne. Ji ber ve pewîste berî her kesî ev siyaseta durû wek muhatap neyê ditîn.   Ji bo çareserî û aştiyek mayînde em bang li aliyan dikin ku roj berî rojê vî şerê malweraniyê rawestînin û pirsgirêken xwe bi rêbazên siyasî û diyalogê çareser bikin. Eger pirsgirêkên sereke, weke pirsa Kurd û ya Filistîne bir rêbazên siyasî çareser nebin wê li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk neyê."   TEV-DEM êriş şermezar kir   Di daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de êriş hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Divê berpirsên wê û yên alîkarî dane wan werin cezakirin. Em texmîn dikin ku li pişt wê hin dewletên herêmî û bi taybetî dewleta Tirk a dagirker heye. Dewleta Tirk di vê warî de xwedî tecrûbeyên mezin e.   Pirsgirêk bi şer û “terorê “ çareser nabin û fikrên neteweperest, olperest û desthilatparêz encamên bi talûke ji bo civakan tînin. Lê belê tecrûbeya Rêveberiya Xweser bingehê çareseriyan e. Em bang li civakên Îsraîl û Filistînê dikin ku ji vê tecrûbeya demokratîk sûd werbigirin. Divê rêxistinên NY`yî ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariyan destwerdanê bikin û ji bo îlankirina agirbestê bixebitin.”   PYD'ê bang li civata navneteweyî kir    Daxuyaniya Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê komkujiya li Xezayê de wiha ye: "Em bi navê Meclisa Giştî ya PYD'ê vê komkujiya ku li nexweşxaneya Memedanî ya li Xezayê pêk hatiye şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re hêvî dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku di zûtirîn dem de sûcdarên vê komkujiyê muhasebe bike.   Ev nêzî sedsal e ji bo çareserkirina dozên li herêmê tundî tê bikaranîn, ruxmî ku hemû alî, windahiyan didin û zirarên mezin dibînin jî, tu ders nayên wergirtin û tundî dewam dike. Em PYD'ê diyar dikin ku neteweperestî û olperestî ji bilî karesat û êş tiştekî din ji niştecihên herêmê re nayne. Şer ne çareserî ye, lê belê pirsgirêkan kûrtir dike û ber bi rêyeke xitimî ve dibe. Pêdiviya me bi têgeha aştiyane û demokrasiyê heye ku tevahî doz, di nav de doza Filistînê werin çareserkirin.   Eger şer ji bin kontrolê derkeve, dê bi xwe re encamên wêranker ji bo her du aliyan bîne û dê kîn û nefretê kûr bike. Ji lew re, em bang li civata navneteweyî dikin ku vî şerî hovane ku rojane bi hezaran welatî dibin qurban bi dawî bike, divê zext li aliyên şer were kirin ku agirbestê ragihînin, ji bo pevguhartina dîlgirtiyan dest bi diyalogê bikin û rewşa mirovî li Xezayê were nîqaşkirin."   CÎK’ê komkujî şermezar kir   Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) bi daxuyaniyek çapemeniyê êrişa dewleta Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-ehli Baptîst a li Gazzeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Îsraîlê êrişê nexweşxaneyekê kir û bi sedan mirovên bê guneh ji jiyanê qut kir û got ku pirsgirêka Filîstînê daxwaza azadî û maf e. Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê her kes demildest di çarçoveya heq û hiqûqê de nêzî pirsgirêkê bibe. Desthilatdarên zilmkar û kujer nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Misilman, Yahûdî, Xristiyan, Êzidî, Durzî û mirovên endamên baweriyên din divê qebûl bikin ku ev pirsgirêk ne pirsgirêkên olî ne. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye her roj bi sedan mirovan qetil dikin, lewma ew nikarin vê komkujiyê rawestînin. Em weke kesên bawermend divê qet guh nedin van dewletan û nebin amûrê polîtîkayên wan. Divê em ji bo avak