Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn 2023-10-18 15:29:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê bajarê Minbicê û gundewarên wê ji bo piştgiriya Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' konê çalakiyê veda.   Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbic û gundewarên wê di çarçoveya Pêngava Însiyatîfa Gel a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi dirûşma 'Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' çalakiya konvedanê li dar xist.   Pêngava însiyatîfê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku 10'ê Cotmehê hatibû ragihandin, hatiye destpêkirin.   Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên girêdayî wê, rêxistinên civaka sivîl, meclis, xelkê bajêr û gundewarên wê, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî konê çalakiyê yê li qada Saetê hatiye vedan, bûn.   Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hisên Begarî axivî û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terora DAIŞ'ê têk bir, îro jî bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, fikra ku gel fêrî berxwedan, têkoşîn û sekna li hember dijmin kiriye, li hember dewleta tirk a dagirker jî li ber xwe dide."   Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî, armancên dewletên kapîtalîst ji vê komployê û berxwedana Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hate pêşandan.   Di bin konê çalakiyê de parêznameyên Abdullah Ocalan jî hatin danîn.   Dê çalakî bi beşdariya şaneyên ji rûspiyên eşîran, endamên sazî, komîteyên jinan, Meclisa Edaleta Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC'ê û bi sedan xelkê bajêr û gundewarên wê, êvarê bi dawî bibe.