Agirê li Licê xwe bi xwe vemirî 2023-10-18 13:02:25     AMED - Agirê duh bi qadeke daristanê ya li çoltera navçeya Licê ketibû, xwe bi xwe vemirî.    Duh li qadeke daristanê ya li çoltera gundê Inika yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi sedemeke ne diyar agir derketibû. Agir piştî barîna baranê xwe bi xwe vemirî.