Dewleta tirk di 10 rojan de 3 caran êrişî Mexmûrê kir 2023-10-18 13:00:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi salane wargeha penaberan ya Memxûrê dike hedef û xelkê qetil dike. Tenê di nava 10 rojên borî de, dewleta tirk 3 caran şêniyên wargehê kir hedef. Di êrişan de ciwanek hate qetilkirin, 2 jin û 2 zarok birîndar bûn. Din ava 4 salan de dewleta tirk 8 şêniyên wargehê qetil kir.   Êrişên dewleta tirk ên li ser wargeha penaberan ya Mexmûrê dewam dikin, balafirên bê mirov û biçek yên dewleta tirk  rojane li ser asîmanê wargehê digerin. Heya niha dewleta tirk  bi dehan car êrişî xelkê Mexmûrê kiriye.   Balafirên bi çek û bê mirov yên dewleta tirk di nava 10 rojan de 3 caran xelkê wargeha penaberan kir hedef. Di êrişên di nava 10 rojan de welatiyek hate qetilkirin, 2 jin û 2 zarok jî birîndar bûn.   Her 3 êrişên di nava 10 rojan de   Di 7’ê Cotmehê de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta tirk mizgeftek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Ziyanek mezin gihişt xaniyên derdora mizgeftê.   Di 13’yê Cotmehê de jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta tirk malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek birîndar bû, derî û pencereyên malên derdor jî şikestin.   Duh jî (17 Cotmeh) li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta tirk ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek jiyana xwe ji dest da, 3 jin jî birîndar bûn. Dilovan di 5’ê Cotmehê de nîşanî bibû, dihat payîn di serê meha Mijdara 2023’yan de jî bizewice.   Di pêvajoya dorpêça PDK’ê de 8 kes hatin qetilkirin   Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin.   Di heman roja êrişê de (17 Tîrmeha 2019) Rêveberiya PDK’ê ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji xwe beriya êriş çêbibe, PDK ji bo rêgiriyê ketibû nava liv û tevgerê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta tirk, wargeha Mexmûr bombebaran kirin.   Ji roja ambargoya heya duh, di êrişên dewleta tirk de 8 şêniyên wargehê jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûne. Herwiha ji ber êrişan, mizgeft jî di nav de ziyanek mezin gihişt malên welatiyan.   CPT: 10 sivîl hatin qetilkirin   Tîma Kurdistana Iraqê jî (CPT) duh hejmara kuştiyên sivîl, cûrên êrişên balafirên dewleta tirk li dijî welatiyên sivîl ên sala 2023’yan  eşkere kir.   Li gorî daneyên CPT’ye, ji 1’ê Çileya 2023’yan heta 17’ê Cotmeha 2023’an, di encama êriş û bombebaranên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê de 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 12 welatî jî birîndar bûne.