Foruma diyalogê ya 1'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan dest pê kir 2023-10-18 12:58:53     NAVEND NÛÇEYAN - Beriya çend kêliyan foruma diyalogê ya 1'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê bi beşdariya 100 kesayet û nûnerên ji dewletên Ereban bi rêya onlinê dest pê kir.   Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê foruma diyalogê ya 1'emîn a yekitiyê bi diruşma 'Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî ' li dar xist.   Forum li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin û di forumê de nêzî 100 kesayet û nûnerên ji 'Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a MSD'ê, Nivîsgeha Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a PYD'ê û nûnerên Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriye' beşdar bûn. Her wiha kesayetên ji Tunis, Filistîn, Lubnan, Şengal û Şamê bi rêya onlinê beşdarî forumê bûn.   Li gorî bernameyê, 5 mijarên sereke tên nîqaşkirin; nîştimanî, vîn, fikra azad, rêxistinên, xweşikbûn û exlaq.   Axaftina destpêkê ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Ehmed ve hate kirin. Ronahî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ev forum, di çarçoveya piştgiriya pêngava piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku parastina jinan kiriye de pêk hat."   Ronahî bal kişand ser rola aktîf a beşa jinên ciwan ji tevahî pêkhateyan ji destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û got ev forum nîşaneya girêdana hêz û yekitiyê wan e.   Nîqaşên forumê dewam dikin û dê îro bi encamnameyekê bi dawî be.