Cerdevanê berê keça xwe qetil kir 2023-10-18 09:54:42       AGIRÎ - Li Panosê Cerdevanê berê Cemîl Turk keça xwe Dîlan Turk qetil kir.   Li gundê Axtepe yê navçeya Panos a Agiriyê, hat diyarkirin ku cerdevanê berê Cemîl Turk çek bera keça xwe Dîlan Turk (20) û kurê xwe E.T.  daye. Tîmên tendirustiyê û cendirmeyên ku li ser agahdarkirina kesên li derdorê hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Dîlanê jiyana xwe ji dest daye. E.T. yê birîdnar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Serdozgeriya Komarê ya Panosê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.  Lê nehat zanîn ku Cemîl Turk hatiye girtin an nehatiye girtin.