Ji ber êrişên Tirkiyeyê hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane 2023-10-18 09:45:46       NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên dawîn ên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî herêma Efrînê, 9 dibistanên navçeyên Şera û Şêrawa hatine girtin û hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.   Dewleta tirk ji 4'ê Cotmehê ve êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di nav de navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û kantona Şehbayê, dijwartir kirine.   Endama Desteya Perwerde û Hîndkariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê, Urûba Xelîl a ji ajansa ANHA'yê re re axivî, da zanîn ku ji ber êrişên dewleta tirk û ji bo parastina xwendekaran 9 dibistanên li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê hatine girtin.   Urûba destnîşan kir ku dibistanên gelek gundên navçeyên Şera û Şêrewa û kantona Şehbayê yên nêzî eniyên şer ên bi komên dewleta tirk a re tên hedefgirtin û wiha dom kir: "Lewma ji bo parastina xwendekaran ji 8'ê Cotmehê ve 9 dibistan hatine girtin, zêdetirî hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.”   Dibistanên deverên navborî dê heta demeke nediyar girtî bimînin.   Urûba bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku dengê xwe li hemberî êrişan bilind bikin.