'Yekane hêza biguherîne em in' 2023-10-18 09:14:27         STENBOL - Hevseroka HDP’a Kartalê Aygul Sîncar diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê destkeftiyên jinan hedef digirin û wiha got: “Ev zîhniyeta serdest a mêr tecrîd û şer giran dike. Em ê jin bi awayekî xurt li dijî van êrîşan bisekinin û em natirsin. Yekane hêza vê pergalê biguhere em in. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezin bikin."   Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tifaqa ku bi Partiya Refaha Nû û Huda Parê re ava kir polîtîkayên dijminahiya jinê didomînin. Desthilatdarî û tifaqa wê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtîkayên şerê taybet destkeftiyên jinan hedef digirin hewl didin bi destûreke bingehîn a nû hemû qada jiyana jinan serdest bikin. Destilatdariya bi tifaqa xwe re di hilbijartinên 14’ê Gulanê de qanûna hejmara 6284'an kir mijara bazarê, niha hewl dide bi destûra bigehîn hemû mafan tune bike.”   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Kartalê Aygul Sîncar der barê polîtîkayên êrîşê de ji JINNES’ê re axivî.    Jin li dijî siyasetê li berxwe didin   Aygulê da zanîn ku AKP û tifaqa wê, li Kurdistan û Tirkiyeyê zîhniyeta xwe didomînin û got: “Li dijî jin, xweza, ciwan û hemû bawerî û gelan êrîşa wan heye. Bi taybet jî li dijî jinan êrîşên wan didomin. Polîtîkaya şer dimeşînin. Bi desthilatdarî û tifaqa xwe di her alî de êrîş dikin. Jin jî li dijî van êrîşan gelek xurt in. Em bi awayekî xurt li dijî van êrîşan e û natirsin.”   ‘Jinên Kurd pêşengên têkoşînê ne’   Aygulê destnîşan kir ku desthilatdarî hêz û berxwedana jinê dizane û ev tişt bi lêv kir: “Em jin li her qadê ne. Em ji girtinê natirsin. Ji ber ku em mafdar in. Em hêza guherînê ne. Desthilatdarî li hember destkeftiyên me tecrîdê pêk tîne. Em jin li dijî vê xwe pêş dixînin û li dijî êrîşan rêxistinbûna xwe mezin dikin. Em jinên Kurd bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê pêşeng in. Em ê bersivek xurt bidin pergala heyî. Jin di guhertinê de bi biryar in. Em tu carî natirsin. Bi saya têkoşîna jinan cihê wan diheje.”    AKP û HUDA PAR êrîşî destkeftiyan dike   Aygulê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi salan e bi êrîşên pergalê re rû bi rûne û wiha daweî lê anî: “Di pergala dayiksalar a 5 hezar salî de zor û tundî tunebû. Ji ber hewce bi tundiyê tunebû. Jiyanek azad û wekhev hebû. Niha em jin divê fikir û kodên wan salan bikin jiyanê. Ji ber dewletê mafê nefeqeyê qanûna 6284'an kiriye hedef. Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin. Niha AKP û tifaqa xwe hewl dide hemû mafê jinan ji holê rabike. Lê têkoşîna me jinan wê li dijî AKP û tifaqa wê bê navber bidome. Em van polîtîkayana qebûl nakin. Em ê kolanan terk nekin. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj mezin bikin.”