Rojnameger Nûvîn Îsmaîl: Sekna gel berxwedan e 2023-10-18 09:11:44     Oznur Deger   MÊRDÎN - Rojnameger Nûvîn Îsmaîl êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got hemû navendên xizmetê hedef tên girtin û got: “Em bi rewşek cidî re rû bi rû ne. Li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê sekna gel berxwedan û têkoşîne. Wê axa xwe biparêzin."   Ji 4’ê cotmehê de ye Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk tîne û di hefteyekê de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin û 59 kes jî birîndar bûn. Bertekên li dijî êrişan mezin dibin û aliyê din jî bêdengiyek serdeste.   Pêşkêşvana Rojava Tv Haber Nuvîn Îsmaîl ji JINNES’ê re axivî.   * Di 1’ê cotmehê de li Enqereyê li hember wezareta karê hundir çalaki pêk hat û piştî vê bi rojane Tirkiye êrişên xwe didomîne. Rewşa Rojava çawa ye?  Bi tabloyek çawa re rû bi rû ne?   Dewleta Tirk şoreşa 19’ê Tîrmehê şûnde êrişê destkeftiyan dike. Dixwaze herêmê vala bike. Piştî çalakiya 1’ê cotmehê ya li dijî wezareta karê hundir, wezîrê karê derve Hakan Fîdan got wê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji xwe li hinceta digeriyan. Êrişa ewi li Hesekê kir. Ji wê rojê de ye êriş dike. li Dêrik, Minbic û Şehbayê navber didomîne.   Dibistan nexweşxane hedef hatin girtin   Bi taybet saziyên xizmetê hedef digirin. Petrol, gaz, kewarên genim, depoyên avê ewil hedef girtin. Bi balafirên şer û çekên giran bombebaran kirin. Êriş didomin. Em bi rewşeke cidî re rû bi rû ne. Nexweşxane û dibistan hedef hatin girtin Ceyran hatin birîn. Hemû avahiyên xizmetê hedef hatin girtin. Din av hefteyekê de du jê zarok 47 kes hatin qetilkirin û 59 heb sivîl jî birîndar bûn. Ji van  29 heb endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê bûn.   * Tirkiye di êrişan de zarok û jinan hedef digirin. Jin û zarok di çi rewşê de ne, di bin xetereyek çawa de ne?   Di esasê de di bin xetereyek mezin de ye. Li gundê Zirgan karkerên çandiniyê yên pembo kom dikirin hedef hatin girtin 4 jin zarokek birîndar bûn. Heman rojê  zarokekî 9 salî û yê din jî 10 salî li Eyn Îsa şehîd ketin. Herêm di bin rîskê de ye. Êriş didomin. Zarok, sivîl her kes di bin xetereyê de ne.    * Li Til Temir, Zirgan, Efrîn, Şehba, Eyn Îsa, Girê Spî, Dirbêsiyê û gundên wê êrişên mezin pêk tên. Hûn dikarin hinek behsa van bikin?   Êrîş niha pir giran in. Ji Şehbayê heta Mînbicê, heta Dêrikê êriş hene. Hem bi balafirên şer hem bi SÎHA, bi tank û topan êriş dikin. Li her derê me şehîd dan. li Hesekê û Qamişlo, Dêrikê me şehîd oxur kirin. Hemû herêm di bin êrişan de ye.  Hêzên ewlehiya hundir hedef hatin girtin. Yek herêmeke bê êriş nema. Tirkiye êrişê her derê dike. Kampa Waşukanî hat bombebarankirin.   * Gelê Rojava xwe çawa li dijî êrişan diparêze?   Çawa şervanên YPG û YPJ’ê di 2014’an de li dijî DAIŞ’ê têkoşîn da û paqij kirin îro jî heman rihî têdikoşin şer dikin. Jin û mêr li dijî êrişan li ber xwe didin. Şervanên wir ji YPG, YPJ û QSD’ê pêk tên. Ew zarokên vê axê ne. Bi hezaran şehîd dane birîndarî çêbûne. Têkoşîna herî mezin ewi didin. Axa xwe bernadin têdikoşin.   * Li Dêrikê di êrişan de 29 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê hatin qetilkirin. Piştî vê li Rojava 3 rojan şîn hat îlankirin. Vê bandorek çawa kir?   Ji 19’ê Tîrmehê het aniha di êrişan de gelek şehîd û birîndar hene. Di 8’ê cotmehê de di êrişê de 29 endamên Têkoşîna li dijî Hişbirê şehîd ketin. 28 endamên wê jî birîndar bûn. Ev ji bo gel karaset bû. Me hemûyan hev nas dikir. Nêzî hev bûn. Me hev nas dikir. Di dilê me hemûyan de bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat sê rojan şîn îlan kir. Êşek mezin bû.   * Hûn êrişan çawa dinirxînin armanca êrişan çiye?   Hedefa Tirkiyeyê her tim Rêveberiyên Xweser bûn. Dixwazin demografiya herêmê biguherînin. Di pêvajoyên ku êriş pêk nedianîn de dîsa bi SÎHA’yan kesên têkoşe, kesên navdar, jinên pêşeng, fermandarên YPJ hedef girt û qetil kir. Dîroka Tirkiyeyê bi qirkirinan tije ye. Kurd, Ermenî, Êzidî qetil kir qir kir. Armanca xwe venaşêre pir aşkera ye. Her tim bi hincetan êriş dike.   * Li Gelek devaran li dijî êrişan çalakî û bertek hatin nîşandan. Hûn van bertekan çawa şîrove dikin? Li gorî we bertek têr dikin?   Ji roja êrişan dest pê kiriye di qada navneteweyî de bêdengiyek mezin sedeste. Piştî dagirkirina di 2019’an şûnde DYA û Rûsyaya ku garantiya agirbestê dikir, pêşî li êrişan negirt. Di alî rawestandina êrişan de rola xwe nelîst. Ji ber Tirkiye endamê NATO’yê re, kes tiştekî nabêje, bertek nîşan nadin. Endamê Kongreya Avustralyayê êriş şermezar kirin û bang li hikûmeta Avustralyayê kir ku li dijî Tirkiyeyê bibin xwedî helwest. Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê jî daxuyaniyek da. Li gorî vê helwestek dereng nîşan da û daxuyanî da. Piştî her der hat texrîbkirin daxuyanî da. Divê ji roja ewil de bertek bihata nîşandan. Ji 4’ê Cotmehê de ye êrîş didomin û qada navneteweyî ji ber berjewendiyan bêdeng e.   * Li Israîl û Fîlîstanê jî şer heye. Lê bi qasî cîhan Israîl û Fîlîstînê diaxive, Rojava nabîne. Sedema vê çiye?   Sedema vê bêguman berjewendiyên dewletane. Erdogan derdikeve dibêje êrişên li dijî sivîlên Fîlîstînê dijmirovahiye û sûcê mirovahiyê ye. Lê xuyaye ku ji bîr kiriye, ew jî ji 4’ê cotmehê de êrişê  herêmê dike. Ew jî sûcê şer dike.  Ew bixwe li herêmê sûcê şer dike. Ji ber vê hewce zêde bi nirxandinê tuneye.   * Ji bo rawestandina şer peywirek çawa dikeve ser milê kê?   Ji bo ev êriş bê rawestandin beriya her tiştî divê ewil hêzên navneteweyî û cîhanê berpirsyariya xwe bînin cih û rola xwe bilîzin. Divê peymanên hatine îmzekirin bên cih, pêk bên. Sûc li ber çavê hemû cîhanê pêk tê. Ji bo mafê mirovan divê  qanûn pêk bên.    * Daxwaza gel çiye? Hun dikarin banga wan ragihînin?   Yekane daxwaza wan eve ku êrişên Tirkiyeyê yên li hember axa wan bidawî bin. Em bi tabloyek xeter re rû bi rû ne. Çavkaniyên jiyanê yên il herêmê tên tunekirin. Yekane tişta destê gel de maye têkoşîn û berxwedane. Sekna gelê Bakur û Rohilatê Sûriyeyê berxwedan û têkoşîne. Wê axa xwe biparêzin. Yekane daxwaza wan jî prastina axa wan e. Dixwazin demildest êriş bi dawî bin.