Piştevaniya ji bo pêngava azadiya Abdullah Ocalan didome 2023-10-17 14:32:07       NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî, partî, tevger û kesayetên ji Efrîn û Şehbayê jî tev li Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' bûn û diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê wateya rizgariya Efrîn, Bab, Amed, Serêkaniyê, Mehabad û tevahî herêmên dagirkirî ye.   Bi dehan endamên sazî, yekitî, partî, tevgerên siyasî, oldar, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê li Parka 4'ê Nîsanê ya li gundê Maratê yê girêdayî navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî mijarê daxuyanî da.   Çalakvanan wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên 'Dem dema azadiyê ye', 'Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina nenteweya demokratîk e' hildan.   Hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek Hisên daxuyanî xwend. Melek bal kişand ser pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wekî bertekeke xwezayî û mirovî ya civaka demokratîk a mirovî û azad a cîhanê li hember komploya navneteweyî bi nav kir.   Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em sazî, partî, tevger, kesayet û koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê piştgiriya xwe ji pêngavê re nîşan didin.”   Di dewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareseriya siyasî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û hat gotin ku ev pêngav ji bo rizgarkirina mirovahiyê, ekolojiyê û jinan e.   Di dawiya daxuyaniyê de banga li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Ereb, gelên Ewropa û Tirkiyeyê hate kirin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin û hat gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya rizgarkirina Efrîn, Bab, Amed, Serêkaniyê, Mehabad û tevahî herêmên dagirkirî.”