Bi sedan jinan ji bo Abdullah Ocalan name nivîsandin 2023-10-17 14:03:49     NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK'ê bi kampanyaya nameyan a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştevaniya azadiyê kirin û bi sedan jinan name nivîsandin.    Tevgera Jinan a Azadiya Kurdistanê (RJAK), bi dirûşma "Mafê Hêviyê yê Rêber Ocalan" di 11'ê Nîsana 2023'yan de kampanyayek da destpêkirin û şandina nameyan a ji Neteweyên Yekbûyî da destpêkirin. RJAK'ê bi taybet bang li jinên li Başûrê Kurdistanê kirin ku tevlî kampanyayê bibin û li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.    Li ser banga RJAK'ê jinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin. Jinan hêvî û hestên xwe yên ji bo Abdullah Ocalan anîn ziman.