RJAK tevlî pêngava 'Ji Ocalan re azadî" bû 2023-10-17 11:22:13     NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew jî tevlî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dibin.   Rêxistina Jinên Azadîxwaz ya Kurdistanê (RJAK) ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dibin.   Daxuyanî wiha ye:   “Di serî de em jî weke Rêxistina Jinên Azadîxwaz ya Kurdistanê ( RJAK ) pêngava ji bo azadiya Rêber Apo silav dikin. Hişmendiya dewlet-netew û sermayedar bi sedema ku felsefeya Rêber Apo ji bo berdewamkirina deshilatdariya xwe wekî astengiyek mezin dibînin, ketine nava têkoşîneke gelek kirêt û dirindane, lewra ev 25 sale rêbertiya me li Îmraliyê di nava tecrîdek giran deye . Di şexsê rêberiya me de dixwazin tevahiya Gelê Kurd û mirovahiyê bêdeng bikin û bifetisînin. Çima ewqas êriş li ser Rêber Apo têne kirin. Ji ber Rêber Apo gelê ku di gorê de gihande rastiya gelê vejîn dibe û bi serdikeve. Dîsa ji ber rêbertî tevgera mirov ji nûve tevlî jiyanê bûyîne. Di heman demê de Rêber Apo navê rêya serkeftin û rastiyê ye.   Têkoşîna Rêber Apo ya ku ji 7 saliya xwe de daye destpêkirin, li dijî hemû paşverutiyên pergalê û hişmendiya wê ya deshilatdar bû, di heman demê de ew têkoşîn ji bo tevahî jin û mirovahiyê ye. Ew têkoşineke ji bo azadiya civakek demokratîk, ekolojîk û azadiya jina ye. Wekî Rêber Apo dibêje, ‘têkoşina min ne herêmiye, gerduniye.’ Lewra azadiya fizikî ya Rêber Apo erka tevahî cîhanê ye û di serî de erk û peywira hemû jinane. Em jî wekî RJAK bi bilindkirina têkoşina xwe tevlî vê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya doza Kurd dibin û azadiya fizikî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”