Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hat lidarxistin 2023-10-16 13:33:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 12'emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya‘Tolhildan, bi şehîdan re rast jiyankirin e’ di 14’ê Cotmehê de dest pê kiribû, bi dawî bû.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 12'emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya ‘Tolhildan, bi şehîdan re rast jiyankirin e’ di 14’ê Cotmeyê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.   Salona ku konferans lê pêk hatî bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cangoriyan her wiha bi nivîsên ‘Dozên Birûmet Bedelên Mezin Dixwazin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Em Bi Ruhê Apoyî Têbikoşin û Li Civaka Exlaqî û Polîtîk Xwedî Derbikevin’ hatibû xemilandin.   Bi beşadarbûna tevahî malbatên cangoriyan, delege û mêvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê Konferansê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a wargehê Neşat Kara axafitna vekirinê kir.   Neşat Kara di axaftinên xwe de diyar kir ku di pêvajoyek wisa de lidarxistina Konferansek bi vî awayî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî xwedî girîngiyek pir mezin e û wiha peyîvî: “ Em di serî de vê Konferansê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, malbatên şehîdan û li gerîlayên ku di bin her şert û mercên giran de ji bo azadiya gel û welatê xwe her cure fedekariyan digire ber çavan û pêk tîne pîroz dikin. Niha di pêvajoya ku li cîhanê kaos û krîz heyî, rêya çareserî û aştiyê ya ji bo gelan ew e ku gel xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ya kombûna vê derê em wek dayik, bav, hevjîn, zarok, xwişk û birayên şehîdan li keda Rêbertî û şehîdan xwedî derkevin. Rêya xwedîderketina li keda Rêbertî û Şehîdan ew e ku em bi awayekî herî xurt pergala Modernîteya Demokratîk a ku ji aliyê Rêbertî ve ji bo me wekî xelat hatî avakirin, pêwîst e her yek ji me di aliyê avakirina vê pergalê de erk û berpirsiyartiyên xwe pêk bînin.”   Di konferansê de perspektîfên Rêber Apo, raporên du salan ên kar û xebatên Saziya Malbatên Şehîdan hat xwendin, nirxandina kar û xebatên du salên derbasbûyî hat kirin, bi wê ve girêdayî kêm û kurtiyên hatibûn jiyîn bi awayê rexnekirin û rexnedayînê hatin dayîn û her wiha plansaziya kar û xebatên du salên pêş diyar kirin. Ji wana çend xal ev in; ‘Her şehîdek di salvegera şahadeta xwe de were bîranîn. Ji bo her şehîdekî dosyayek a arşîvê bê amadekirin.’   Her wiha rêzikname û pêşnûmebiryara Saziya Malabatên Şehîdan bi erêkirina delegeyan re hat derbaskirin. Bi wê ve girêdayî ji bo hevberdevkên du salên pêş hilbijartin hatin kirin. Di hilbijartinê de Murad Encu û Sarya Marînos bûn hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan.   Piştî hilbijartinê axaftina girtinê ji aliyê Hevberdevka berê Sultan Yildiztan ve hat kirin.   Sultan Yildiztan di axafitinên xwe de 12'emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd ê welatparêz û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: “ Bi rastî jî lidaxistina Konferansa Malbatên Şehîdan ku di bin êrişên dewleta tirk ên li ser wargeha me tên meşandin de cihê pîroziyê ye. Wek komîteya Saziya Malbatên Şehîdan me du sal kar û xebat dan meşandin, em pir pê kêfxweş bûn. Erê rast e di nava van du salên derbas bûyî de me gelek êş û jan derbas kirin, ji ber ku di van du salan de êrişên ku heyî, şehîdên ku hatine dayîn ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd bi rastî jî ji bo me dû salên bi êş bûn. Lê dîsa jî tu carî kar û xebatên me nehatin sekinandin. Em ji hevalên ku di vê konferansê de hatine hilbijartin pîroz dikin û di kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazin.”   Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.