Xwendevanên Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan name nivîsandin 2023-10-16 13:27:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a Memxûrê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyayek name nivîsandinê hatibû destpêkirin, xwendevanan nameyên nivîsandin, xistin sindoqan û dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re nîşan dan.   Kampanyaya nivîsandina nameyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 28’ê Tebaxa îsal de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpêkirin, xwendevanên wargehê jî bi nivîsandina nameyên xwe beşdarbûna xwe ji bo vê kampanyayê dan nîşandan. Xwendevanan li Peymangeha Şehîd Kerîm Kato nameyên xwe şandin.   Di merasîma şandina nameyan de, Mamosta Beşîr Gabarî axivî û diyar kir ku ev demek dirêj e Abdullah di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û wiha got: “Dijminê hov tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêber Apo dide meşandin. Ji bo em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin hemû hewldanên gelê Kurd çêdibin, lê dewleta tirk bi hovane bi ser me de tê û nahêle em agahiyê jê bigirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev demek dirêj e kampanyayek hatiye destpêkirin û ev kampanya di her alî de tê dewamkirin. Li Wargeha Mexmûrê jî wek gel, wek qada perwerdeyê em jî bi nivîsandana nameyên xwe beşdarî vê kampanyayê dibin. Armanca me ya nivîsandina van nameyen ew e ku em bêjin Rêber Apo tu ne bi tenêyî. Eger ev name bibe wesileya azadiya Rêber Apo wê hewildan û çalakiyên me hertim berdewam bike. Ji ber ku dil û mejiyê me bi Rêber Apo re ye, Rêber Apo li zindana Îmraliyê çawa dijî. Em silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”   Piştî axaftina mamosta Beşîr Gabarî, xwendemvanan bi rêzê ve nameyên xwe xistin sindoqan.