Xwebûn bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket 2023-10-16 09:58:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 200’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Cîhan deyndarê Ocalan e” derket.    Rojnameya Xwebûn ku hefteyê rojekê tê waşandin 200 hefte li pey xwe hişt. Hejmara 200’emîn a Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Cîhan deyndarê Ocalan e” derket û hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku dostên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li 74 navendên cuda yên cîhanê dan destpêkirin derxist pêş.    Rojnameyê cih da nirxandinên Endamê Konseya KCK’ê Zubeyîr Aydar ku der barê hamleye de ji Xwebûnê re kirine.  Zubeyîr destnîşan dike ku gelek girîng e ev hamle ji aliyê dostên kurdan ve hatiye destpêkirin û pêwise kurd 10 qat têbikoşin.    Dîsa Endama Tevgera Jinên Azad a Ewropayê Şukran Sîncar jî di rûpela Jinê ya rojnameyê de der barê pêngava ku hat destpêkirin de axivî û diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo jinan hêvî ye û ev tişt got: “Jin di nav vê pergala baviksalar de 5 hezar sal in ji aliyê mêjî, nasname û hebûna ve tên pelçiqandin. Çawa ku pergala kapîtalîst dibêje pêşî li jinan bigirin Rêber Apo jî dibêje ‘pêşî jinan rizgar bikin, heta jin azad nebin civak nikare azad bibe û bibe xwedî nasname’. Bi paradîgmaya Rêbertî yanî bi paradîgmaya Jin, Jiyan, Azadî gelê kurd jiyanekî nû da destpêkirin.”   Nivîskarê rojnameyê Hasan Huseyîn Denîz jî di nivîsa xwe de bal kişand ser rola paradîgmaya Ocalan a ji bo cîhanê û ev nirxandin kir: “Cihana ji ber teroristên DAIŞ‘ê ketibû nav tengezariyeke mezin û her roj kuştî dida û bêçaretî dijiya, bi saya têkoşerên kurd hilmeke wêrekiyê kişand û gihişt aramiyê. Lê mixabin îro cîhana bi saya ked û xwîna têkoşerên kurd bi ser xwe ve hat, li hember qirkirina kurdan bêhelwest e. Divê em bi ewropiyan bidin zanîn ku sedema kuştina me ya îro biryarên bav û kalên wan in û zarokên wan sûcê xwe bidin efûkirin. Cîhan deyndarê kurdan e.”   Rojnameyê di Surmanşetê de jî cih da êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û politikayên Erdogan ên li dijî kurdan. Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Dîktator jenosîd wazeno” cih da nivîsa kirmanckî ya Xido Kokim.   Dîsa rojnameyê di bin heman sernavî de cih da nirxandina Hevseroka MSD’ê Emîne Omer a der barê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava de û wiha got: “Tirkiyeyê stastyonên avê, ceyranê û sotemeniyê; depoyên genim û kargeh kirin hedef. Tirkiye xesareke mezin gihandiye herêmê. Erdogan ibêje ‘Îsraîl êrîşî nexweşxaneyan dike. Gaze îro bê ceyran e.’ Li gorî îslamê şexsên bi vî rengî munafiq in. Li aliyekî gelê kurd dikuje, li aliyê din qala mafên mirovan dike.”   Rojnameyê di rûpela hevpeyvînê de jî bi sernavê “Popûlîzmê huner kuşt” cih daye nirxandinê Hunermend Rotînda Yetkîner. Rotînda di hevpeyvînê de bal kişand ser rewşa dawîn a hunera kurdî û diyar kir ku ruhê lêgerînê yê dema azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hunermendên kurd re nemaye û ev tişt got: “Huner di nav propagandaya erzan, kesayetên vik û vala, arabesk û populîzmê de hatiye kuştin.”