‘Pêşiya komeleyên olî desthilatdarî vedike’ 2023-10-16 09:04:10     ÇEWLÎG - Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Çewlîkê parêzer Nuran Aydin da zanîn ku sazbûnê olî li Çewlîkê her diçin zêde dibin û jin ji qadên civakî tên durxistin, têkoşîna jinê tê qelskirin. Nuranê wiha anî ziman: “Li gorî bajarên din li Çewlîkê sazbûnên olî hêsantir xebatên xwe dimeşînin. Desthilatdarî piştgiriyê dide û pêşî li wan nagire.”   Polîtîkayên şerê taybet yên li Kurdistanê roj bi roj giran dibin. Jinên ku bi tûndiya leşker û polîsan re tên rû hev, aliyê din jî bi zextên olî tên çewisandin.  Yek ji van bajaran ku bi destê tarîkat û cemaetan zext lê tên meşandin Çewlîg e.  Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Çewlîgê parêzer Nuran Aydin der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Çewlîg bajarê projeyê ye’   Nuranê da zanîn ku li Çewlîkê ji derveyê civakê tên hiştin û eleqeya vê jî bi ol re heye. Nuranê ev tişt anî ziman: “Fraksyonên olî berê ji derveyê civak û jiyana civakî bû. Çewlîg cihekî balkêşe. Di heman avahiyê de DAIŞ jî heye SDGFî jî heye. Heta di heman malê de xwişk û birayên ku tevli YPG û DAIŞ’ê bûne jî hene.  Ji ber vê jî bajarekî hinek cuda ye. Ez bi namzetekî Huda Parê re axivîbûm û gotibû: Çewlîk li gorî hewcedariya bînaen a komarê hatiye avakirin. Ji ber vê karekterê wê tûne ye’. Ev rewş hîna dome. Ev bajarekî projeye ye û hîna proje didome. Li gorî bajarên din, li Çewlîgê bi rehetî komeleyên olî faliyetan dimeşînin. Desthilatdarî jî bi zanebûn piştgiriyê dide.”   ‘Dewlet bedela polîtîka xwe bixwe dide’   Nuranê her wiha destnîşan kir ku polîtîkayên li hember jinê bi giştî ji bo jinê şûnde bixînin tên meşandin û wiha berdewam kir: “Ev rewş girêdayê demê ye û li gorî min zêde nagihêje armanca xwe. Li Çewlîkê ji ber Tîk Tok zêde tê bikaranîn, jin û zarokên keç zêde dernaxin derve. Lê kêm be jî jin û zarokên keç êdî li dijî vê li ber xwe didin. Berê jinan zêdetir serî ditewandin. Deng nedikirin û qebûl dikirin. Dewlet di esasê de bedelên polîtîkayên xwe dîsa bixwe dide.”   Tûndiya li ser jinê zêde dibe   Nuranê balkişand ser tûndiya li ser jinê û got di demên dawî de tundiya aborî ya li ser jinan zêde bûye û ev nirxandin kir: “Tûndiya fîzîkî, aborî û psikolojik li jinan tê kirin. Bi taybte zext di terza ku jiyana civakî tune bikin de tên kirin. Ev jî bi giştî aborî ne. Di demên daweî de bikaranîna hişbirê heye. Vê tûndiya fîzîkî zêde kiriye.  Li Çewlîkê metamfetamîn a kîmewî ji aliyê mêran ve tê bikaranîn û ev jî rê li ber tûndiya fîzîkî ya mêran vedike.  Li Çewlîkê têkoşîneke jinê ya rêxistinkirî tune ye. Çewlîg ne bajarekî ku partiyên siyasî û komeleyên jinan lê aktîf dixebitin e. Ez berê di komeleya mafê mirovan (ÎHD) de bûm.  Parêzerên jin yên baroya Çewlîkê zêde piştgiriyê nabînin.”   Nuranê wiha dawî lê anî: “Îro em dinêrin bi nêrîna ciwanan nayê mêzekirin. Em siyasetmedar û jinên di vê qadê de xebatan dimeşînin,  nêrîna me û ciwanan cuda ye. Ji bo em xwe bigihînin wan divê em nêzî wan bin. Divê em xebatên ku ciwanan esas digirin bimeşînin. Divê em helwesta xwe biguherînin û xwe bigihînin wan.”