ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-16 09:00:00     *Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrîşên li dijî Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê û bêdengiya li dijî êrîşan nirxand û got: “Divê hêzê koalisyon û navnetweyî pêşî li bombeyan bigirin.  Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Cîhan deyndarê Kurdane.” DÎMEN HEYE   * Nûçegîhana me Derya Ren ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtiye, ji bo berdana bi kontrol serlêdan kiribû û ji aliyê dadgeriyê ve hat redkirin. Yek ji hinceta redkirina dadgeriyê  wek ‘Bi daxwaza xwe li qawîşên girtiyên endamên rêxistinê yên aktîf  dimîne’ hat nîşandan.   *Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Çewlîkê parêzer Nuran Aydin da zanîn ku sazbûnê olî li Çewlîkê her diçin zêde dibin û jin ji qadên civakî tên durxistin, têkoşîna jinê tê qelskirin. Nuranê wiha anî ziman: “Li gorî bajarên din li Çewlîkê sazbûnên olî hêsantir xebatên xwe dimeşînin. Desthilatdarî piştgiriyê dide û pêşî li wan nagire.” DÎMEN HEYE   * Jinên beşdarî 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "nefesa" gel e û xwestin ne tenê tecrîda li ser wî bi dawî bibe, her wiha ji bo azadiya fîzîkî jî bangawazî kirin. BI DÎMEN