Di kongreyê de li hemberî tecrîdê bertek hatin nîşandan 2023-10-15 16:06:31   ENQERE - Li salona kongreyê ya ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve hat lidarxistin, dirûşmên "Bê Serok Apo jiyan nabe" bê navber hatin berzkirin.   Partiya Çep a Kesk 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê li dar xist. Di saetên serê sibê de bi hezaran kesên ku ji Tirkiye û Kurdistanê hatin, ji sê nuqteyên lêgerînê yên li herêmê derbas bûn. Welatî bi tilîlî û dirûşmeyan ketin her nuqteya lêgerînê û ji serê sibê de navnîşana guhertin û veguhertinê nîşan dan. Her ku dem derbas dibû heyecana girseya ku di salonê hilnehat  û kongreyê ji derve dişopand zêde bû.    Di kongreyê de çi derket pêş;   *Zêdeyî 10 hezar kes beşdar bûn.   *Di saetên sibehê de jin bi kincên netewyî û sor û zer ketin qadê.   *Di kongreya ku jin û ciwan bi awayekî girseyî beşdar bûn de, dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" kêliyekê jî nesekinîn.   *Nîvê temaşevanên ku di salonê de bi cih nebûn, li ser ekrana LED a li derve hatiye danîn li axaftinên li hundirê salona kongreyê guhdarî kirin.   *Welatiyan li derve govend gerandin û dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "PKK gel e gel li vir e" berzkirin.   *Piştî deqîqeya rêzgirtinê ciwanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin.   *Di axaftinan de gelek caran bertekên li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketin pêş.   *Welatiyên ku bertek nîşanî xiyaneta PDK'ê jî dan, gelek caran ji bo yekîtiya neteweyî dirûşm berz kirin.   *Dayikên Aştiyê yên beşdarî kongreyê bûn bi pankarta ku vekirin bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan.   *Coşa welatiyên ku dema li salonê guhertina navê partiyê dihat kiri, heta dawiya kongreyê dewam kir. Peyam hatin dayin ku ruhê HADEP'ê yê 20 sal berê wê heta roja îro were meşandin