Li Sêwasê qezaya trafîkê: 7 kesî jiyana xwe ji dest da 2023-10-15 15:55:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gurûnê otobusa rêwiyan qulipî û 7 kesî jiyana xwe ji dest da.     Di qezaya ku pêk hat de otobusa rêwiyan a Tûrîzma Gola Wanê ya ku di navbera Stenbol û Wanê de diçe tê, li navçeya Gurûn a Sêwasê qulipî û 7 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di qezayê de 40 kes jî birîndar bûn. Piştî qezaya li herêma Yazyurdu ya rêya bejahî Pinarbaşi-Gurûnê ekîbên tenduristiyê, agirkuj, polês û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîban camên otobusê şikandin û hin rêwiyên asê man xilas kirin.