Ji Ewropayê ji bo kongeryê peyam: Em li pişt têkoşîna gelê Kurd in 2023-10-15 12:42:17     ENQERE - Ji Ewropayê ji 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk bi peywamên bi vîdeoyê hatin şandin. Bi peyamên hatin şandin re piştgirî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re hat dayîn.   Ji Ewropayê ji 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep  a Kesk re bi vîdeoyê gelek peyam hatin şandin. Di peyamên vîdeoyê de parlementeran bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd û diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên herêmî de piştgiriyê bidin.   'Di Konseya Ewropayê de bûyîna dengê pirsgirka kurd girîng e'   Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox: “Hevalên hêja yên Partiya Çep a Kesk, bi rastî ji min re rûmet e ku ez çend peyvan ji we re bêjim. Ez heyrana wêrekiya we ya ku hûn li heberî kesên din ji bo radiwestin ji bo ku mafên bingehîn ên mirovî yên her kesê ku li Tirkiyê dijîn were qebûlkirin. Wek Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, ez li bendê me ku hevkariya me ya baş bi we re, bi hemû kesên ku di wê baweriyê de ne ku mafên bingehîn ên mirovan diparêzin, bidomînin. Gelek sipasîya we dikim. "Ez ji we re serkeftinê dixwazim."   Serokê Yekitiya Çep a Ewropayê Anderj Unko: “Ez silavên xwe yên germ ji Kongreya Partiya Çep a Kesk re dişînim. Ji we re kongreyeke pir serkeftî dixwazim. Pir girîng e ku li Tirkiyeyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê û li Konseya Ewropayê dengê nûnertiya pirsgirêka Kurd, Elewî, ciwan, jin û hindikayiyan hebe. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku hûn kongreyek pir serkeftî pêk bînin. "Ez gelekî kêfxweş bûm ku min nûnertiya we di Koma Çep a Yekîtiya Ewropayê ya li Strasboûrgê gelek bi nirx  bû û ez hêvî dikim ku ev tevkarî berdewam bike."   'Em ê di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan de bicivin'   Berdevkê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Françoîs Alfonsî: “Em piştgiriyê didin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd. Em dibêjin ku divê Ewropa di vî şerî de piştgirîya we bike û em piştgirîya we di Parlamentoya Ewropayê de jî didomînin. Ji we re kongreyek baş dixwazim. Hêvîdar im ku em ê di demeke nêz de dîsa di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan de bên cem hev.”   Hevbendiya Pêşverû ya Syrîza Danai Koltsida: “Hevalên hêja, ez li ser navê tifaqa pêşverû ya Syrîza silavan li kongreya we dikim. Dostanî û hevkariya kevneşopî ya di navbera partiyên me de, mîna hemû partiyên çep û pêşverû yên li Ewropayê û bi taybetî jî li herêma me, di vê dema zêdebûna nakokî û şeran de girîngtir bûye. Em hevalbendiyek pêşverû ne ku,wek her car, li ser hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan radiweste. Ji we re kongreyeke berhemdar û serkeftî dixwazim.”   'Têkoşîna we têkoşîna me ye'   Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Arnout Hoekstra: “Silav li her kesî, wek Partiya Sosyalîst a Hollandayê, em ji her kesî re di kongreyê de serkeftinê  dixwazin. Em xemgînin ji ber ku bi fîzîkî ne li gel we ne. Ev Kongre ji bo siberoja gelek mirovên li welatê we gelek girîng e. Werin em vê Kongreyê bi qîmet bikin û bi ser bikevin. Bi  hêz bimînin, serkeftî bi û serkeftina xwe  bidomînin."   Cîgira Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel: “Silav hevalên HDP’ê, kongreya we pîroz dikim û hêviya serkeftina hevdîtina we dixwazim. Em silavên xwe ji Katalonyayê û hemû hevgirtina xwe ya têkoşîna we ji we re dişînin. "Têkoşîna we têkoşîna me ye."   'Em ê ji bo hilgirtina we ya ala demokrasiyê piştgiriyê bidin'   Seroka Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lecalle: “Hevalên HDP’ê, Hevserokên hêja, jinên HDP’ê, her çendî îro em nikarin li Enqereyê bi we re bin jî, di rojên dijwar de jî wek her car dilê me bi we re ye. Em êrîşên li Bakurê Sûriyeyê yên Erdogan dizanin û bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku em di kongreya xwe de ne, em nikarin weke her car bi we re bin. Dema em amadekariya kongreya hilbijartinên Ewropayê dikin, em ê li ser pênc pirsên sereke bisekinin: demokrasî, cihêrengî, hevgirtin, bextewarî ji bo her kesî û domdar ji bo her kesî. Ev şîara me ya hemû gelan e. Hêvîdarim rêz li îradeya gel bigirin, rêzê ji gelê Kurd re bigirin û êrîşên ku li we tên kirin rawestin.”   Tifaqa Pêşverû Machris Cabreros: Li ser navê Rêvebiriya Hevbendiya Pêşverû û 120 partiyên endamên wê yên li çaraliyê cîhanê, em silavan ji dostên xwe yên Partiya Çep a Kesk a Tirkiyeyê re dişînin û piştgiriyê didin we. Em ji vir di kongreya we de li we temaşe dikin û piştgirî didin têkoşîna we ya ji bo Tirkiyeyek demokratîk û adiltir. Di vê dema ku hûn ber bi hilbijartinê ve diçin, hûn bizaqnibin ku em ê piştgiriyê bidin namzet û şêwirmendên partiya we ku ala mafên mirovan, demokrasî û edaleta civakî hildin. Her ku hûn pêşve diçin, pê ewle bin ku hevalên li çaraliyê cîhanê piştgiriyê didin we. Em dizanin ku hûn ê di demek nêzîk de bi ser bikevin. Em li bendê ne ku we di demek nêzîk de li çalakiyên Hevpeymaniya Pêşverû bibînin."   'Hemû cîhan li tiştên diqewimin  temaşe dike û em bi we re ne'   Serokê Partiya Hevbendiya Çep a Fînlandiyayê û Wezîrê Berê yê Perwerdeyê Li Anderson: “Rêhevalên hêja, îsal ji bo kesên ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin salek pir dijwar bû. Hilbijartinên ku di meha Gulanê de hatin kirin ne adîl bûn. Hevalên me yên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk rastî tacîz û êrîşan hatin. "Doza bi navê "Doza Kobanê" ya li dijî HDP'ê hat vekirin, mînakeke zelal a hewldana Serokkomar Erdogan a bi temamî krîmînalîzekirina mûxalefeta demokratîk e."   'Em ê ji bo hilgirtina ala demokrasiyê destekê bidin we'   Seroka Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lecalle: “Hevalên HDP’ê, Hevserokên hêja, jinên HDP’ê, her çendî îro em nikarin li Enqereyê bi we re bin jî, di rojên dijwar de jî wek her car dilê me bi we re ye. Em êrîşên li Bakurê Sûriyeyê û êrîşên Erdogan dizanin û bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku em di kongreya xwe de ne, em nikarin weke her car bi we re bin. Dema em amadekariya kongreya hilbijartinên Ewropayê dikin, em ê li ser pênc pirsên sereke bisekinin: demokrasî, cihêrengî, hevgirtin, bextewarî ji bo her kesî û domdar ji bo her kesî. Ev şîara me ya hemû gelan e. Hêvîdarim rêz li îradeya gel bigirim, rêz ji gelê Kurd re bigirim û êrîşên ku her tim rastî we tên rawestin.”   Tifaqa Pêşverû Machris Cabreros: Li ser navê Rêvebiriya Hevbendiya Pêşverû û 120 partiyên endamên wê yên li çaraliyê cîhanê, em silavan ji dostên xwe yên Partiya Çep a Kesk a Tirkiyeyê re dişînin ku destkeftiyên we xurt bikin û li pêşerojê dinêrin. Em ji vir di kongreya we de li we temaşe dikin û piştgirî didin têkoşîna we ya ji bo Tirkiyeyek demokratîk û adiltir. Dema em ber bi hilbijartinên herêmî ve diçin, em dizanin ku em ê piştgirî bidin namzet û şêwirmendên partiya we ku ala mafên mirovan, demokrasî û edaleta civakî hildin. Her ku hûn pêşve diçin, pê ewle bin ku hevalên li çaraliyê cîhanê piştgiriyê didin we. Em dizanin ku hûn ê di demek nêzîk de bi ser bikevin. Em li bendê ne ku we di demek nêzîk de li çalakiyên Hevpeymaniya Pêşverû bibînin."   'Hemû cîhan çi diqewima temaşe dik û em bi we re ne'   Serokê Partiya Hevbendiya Çep a Fînlandiyayê û Wezîrê Berê yê Perwerdeyê Li Anderson: “Rêhevalên hêja, îsal ji bo kesên ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin salek pir dijwar bû. Hilbijartinên ku di meha Gulanê de hatin kirin ji ne adîl bûn. Hevalên me yên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk rastî tacîz û êrîşan hatin. "Doza bi navê "Doza Kobanê" ya li dijî HDP'ê hat vekirin, mînakeke zelal a hewldana Serokkomar Erdogan a bi temamî krîmînalîzekirina mûxalefeta demokratîk e."   Berdevkê Karûbarên Derve û Wekîlê Partiya Tifaqa Çep a Fînlandiyayê Jussi Saramo: “Hikûmeta Tirkiyê ji ber tirsa raya giştî naxwaze nêrîna xwe aşkere bike. Hikûmeteke ku ji gelê xwe bitirse û bêdeng be nikare van polîtîkayan heta hetayê bidomîne. Em ê rûyê xwe nedin aliyê din û li hemberî van bêdeng nemînin. Hemû cîhan çi diqewime temaşe dike  û em bi we re ne. Li ser navê Tifaqa Çep a Fînlandiyayê em dixwazin ku kongreya we serkeftî be.”