Siyasetmedarên girtî: Em ji tecrîda li ser gelên xwe re dibêjin na 2023-10-15 12:15:10     ENQERE - Siyasetmedarên girtî bi peyama ku ji bo kongreya Partiya Çep a Kesk şandin kongre silav kirin û gotin, “Weke kesên ku ji bo pêşxistina aştiyeke bi rûmet li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn; "Em ji şer, dagirkerî, îstîsmar û tecrîda li ser gelên me re dibêjin 'na'."   Kongreya bi heybet a Partiya Kesk a Çep  ku li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê hat lidarxistin, dewam dike. Di kongreyê de peyamên siyasetmedarên girtî hatin xwendin, peyam bi coş hatin pêşwazîkirin. Hevseroka Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, siyasetmedara girtî Zeynep Karaman, girtiyên jin ên ji doza Kobanê tên darizandin ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin û Parlamentera berê ya HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê yê, kongre silav kirin û peyama, "Tevî ku hewl didin me di nava çar dîwaran de bihêlin jî dilê me li qadan e û îro li wê salona kongreyê em bi we re ne."   'Silav  ji kesên di vê rêya dijwar û bi rûmet de dimeşin'   Daxuyaniya jinên li girtîgeha Sîncanê wiha ye: “Em gelê xwe, jin, rêhevalên xwe, heyeta kongreyê û dostên xwe yên ku bi coş tevlî kongreya me bûne, ji bo siberoja ronî bi şikandina tariyê li ber xwe dan, silav dikin. Weke kesên ku ji bo aştiyeke bi rûmet li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş bixin; Em ji şer, dagirkerî, îstîsmar û tecrîda li ser gelê xwe re dibêjin 'na' û careke din diyar dikin ku em bi gelên bindest re di nava piştevaniyê de ne. Li dijî qeyrana aborî, bêkarî, xizanî, bêedaletî û tundiya dewletê ya bê rawestan, hêza me ya guhertinê heye û biryardariya me ya têkoşînê heye. Silav ji kesên ku di vê rêya dijwar û bi rûmet de dimeşin. Em ji bo hevserok û endamên meclîsa partiyê yên ku dê di kongreya me de bên hilbijartin re serketinê dixwazin û spasiya hemû hevalên xwe yên heta niha di têkoşîna me de cih gitine, dikin. Em kongreyê bi hêza berxwedana û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha jinên ji çar aliyên cîhanê silav dikin. Jin jiyan Azadi”   'Têkoşîna me li hundir û derve dewam dike'   Peyama Semra wiha ye: “Gelê me, jin, ciwan, rêhevalên me! Têkoşîna me ya ji bo demokrasî û mafan a ku bi salan e em didin meşandin, li hundir û derve dewam dike. Tevî ku îro em weke vîna gelê xwe hewl tê dayîn di nava çar dîwaran de bimînin jî îro dilê me li qadan û li vê salona kongreyê bi we re ye. Bi enerjî û motîvasyona serdema nû ji hemû hevrêyên xwe û gelê me re serkeftinê dixwazim. Kongre li me hemûyan û li hemû azadîxwazên demokrasî û azadîxwaz ên ku hêvî û baweriya wan bi partiya me heye, pîroz be.”   Peyam ji Edîrneyê   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ye, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mîzrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û siyasetmedar Alp Altinors û Gunay Kubilay, Îsmaîl Şengul, Nazmî Gur, Alî Ûrkût, Bulent Parmaksiz ku ji doza Kobanê tên darizandin û li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ne jî ji kongreyê re peyam şandin.   'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'   Selahattîn û Selçuk di peyamên xwe de gotin, “Bi hêviya ku kongreya me bi ser bikeve, em hemû beşdar, delege, heval û gelê xwe silav dikin û hêvîdar in ku em we di rojeke azad de bibînin. Serkeftin", girtiyên li Sîncanê jî di peyamên xwe de ev tişt gotin: "Em kongreyê bi coşa şoreşgerî ya hevrêyên xwe yên li dijî faşîzmê berxwedaneke bi heybet nîşan dan, jinên li dijî zilmê li kolanan têkoşîna xwe bilind kirin û kedkarên ku li dijî zilmê derketine, silav dikin. Li dijî her cure zext û polîtîkayên mêtingeriyê bi xwîne xwe têkoşîna jiyanê dan. Gelên ku ji Filistînê heta Rojava yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka mirovahiyê li dijî desthilatdariyên zalim û kolonyalîzmê nîşan dan, îro li hemû cîhanê bûne hêviya bindestan. Baweriya me heye ku em ê bi berxwedan, hêvî û cesaretê rêya dijwar a li pêşiya me bi ser bixin. "Em ji hevserok û endamên meclîsa partiyê yên ku wê di kongreya me de bên hilbijartin re serketinê dixwazin û spasiya hemû hevalên xwe yên heta niha di têkoşîna me de cih girtine, dikin."