Navê nû yê partiya Çep a Kesk: HEDEP 2023-10-15 11:30:04     ENQERE - Navê nû yê Partiya Çep A Kesk weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate diyarkirin.    Partiya Çep Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe. Li gorî biryara Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya partiyê, navê partiyê yê nû dê bibe Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).