Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak peyam şandin kongreyê 2023-10-15 11:29:08     ENQERE - Siyasetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak ji kongreya Partiya Çep a Kesk re peyam şandin.    Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa F ya Kandirayê ne, ji 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk re  peyam şandin û kongre silav kirin.    Fîgen Yuksekdag: Tişta me nû dike berdewamiya têkoşînê ye   Fîgenê di peyama ku şand de ev tişt anî ziman: “Silav li gelê me yê hêja, jin, ciwan, rêhevalên me! Ez dîwana kongreyê, hevalên me yên partiyê, hemû delege û beşdaran û mêvanên me yên rêzdar silav dikim. Tişta ku me nû dike berdewamiya têkoşînê ye. Tê wateya teslîm nebûna rewşê. Yên êrîşên giran li ser xeta me ya jinên demokratîk, azadîxwaz pêk tînin û bi hezar komplo û hîleyan hewl didin me lewaz bikin, wê careke din bi enerjiya me ya nûbûnê têk biçin. Em ê her tim weke rehînên siyasî û girtiyên şoreşger ên di girtîgehê de bi we re bin. Em ê di bin her şert û mercî de têkoşîna hebûna gelên bindest ji Filistînê heta Rojava, têkoşîna aborî, têkoşîna jinê ya jiyanê, doza azadî û edaletê ya ji bo me hemûyan biparêzin. Hêvî dikim ku kongreya me hêzê bide mirovahiya mezin, gelên Kurdistan a Tirkiyeyê û ku doza maf û azadiyê dikin û bi rêzdarî, hezkirin û hesret we silav dikim.”   Gultan Kişanak: Nikarîn vîna jinê û têkoşîna azadiyê dîl bigirin   Peyama Gultan wiha ye: “Gelê hêja û jinên delal, ez we bi rêzdarî, hezkirin û hesret silav dikim û kongreyeke serkeftî hêvî dikim. Di vê dema dijwar de ku şer, wêranî û mirin ji her alî ve dora me girtiye, hûn ji bo hêviyên aştiyê bilind bikin û mirinê rawestînin têkoşînek bênavber a aştiyê dimeşînin. Di vê serdemê de ku hemû gelên demokratîk di pratîkê de ji holê hatine rakirin, mafên heyî yên hiqûqî jî di bin tehdîdê de ne û tê ferzkirin ku gelê li ber îqtîdara otorîter serî bitewîne, hûn bi her awayî daxwazên xwe yên azadiyê bilind dikin. Di vê serdema ku bedela aboriya qeserê li ser milê gelan tê barkirin de, hûn têdikoşin ku jiyaneke aştiyane û bi rûmet ava bikin ku tê de îstîsmar nebe û ked bi ser bikeve. Li hawîrdoreke ku jin rastî şîdet û cudakariyê tê, destkeftiyên jinan yek bi yek tên tinekirin, pêşî li kuştina jinan nayê girtin û sîstema serdest a mêr tê xwestin bi polîtîkayên olî û paşverû were xurtkirin, hûn jin li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Em girtiyên siyasî jî bi nasname, rûmet û daxwazên xwe yên siyasî li ber xwe didin. Tevî têl û dîwarên beton em bi dil, hişmendî û berxwedana xwe her tim bi we re ne. Nikarîn  vîna jinê û têkoşîna azadiyê dîl bigirin. Ez di wê baweriyê de me ku kongre wê bi hêz be, hemû hevalên me yên ku dê di vê pêvajoya dijwar de cih bigirin pîroz dikim û di têkoşînê de serkeftinê dixwazim.”