Partiya Çep a Kesk: Ev operasyoneke reşkirinê ye 2023-10-14 19:07:46   AGIRÎ - Partiya Çep a Kesk îdiaya “endamên rêxistinê bi wesayîta parlamenter Heval Bozdag derdixin derveyî welat” a Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya derewand û diyar kir ku wezîr bi van derewan partiya wan reş dike.     Partiya Çep a Kesk, daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ya der barê parlamenterê wan de derewand. Wezîr Alî Yerlîkaya îdia kiribû ku “Endamên rêxistinê bi wesayîta parlamenterê Agiriyê Heval Bozdag di sînor de derdixin derveyî welat.” Partiya Çep a Kesk li ser capemeniya civakî daxuyanî da û bûyer derewand.    ‘Operasyona reşkirinê ye’   Partiya Çep a Kesk di daxuyaniya xwe de wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî derewan dike, rastiyan berovajî dike û dixwaze bi vî awayî partiya me reş bike. Hevala me hatiye binçavkirin, Ronahî Tunç endama Meclisa Ciwanan me ye û Hazal Karabey jî endama Meclisa Partiya me ye. Hevalên me ji bo xebatên kongreya me bi parlamenterê me Heval Bozdag re ji Enqereyê çûne Agiriyê. Dema hatibûn binçavkirin, hevalên me vê rewşê rave kiribûn. Piştî îfadeyên wan li edliyeyê hatin girtin, hatin berdan. Lê belê bi israr li edliyeyê hatibûn ragirtin. Lê belê piştre li ser îtîraz û beyanên derew bi awayekî neheq hatine girtin. Daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî li destwerdana li dijî darazê ye û operasyona reşkirina partiya me çêdike. Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin.”      Di heman demê de hat zanîn ku herdu kes di 3’ê cotmehê de li Agirî hatine binçavkirin û piştî binçavkirina sê rojan bi îdiaya “binpêkirina sînor” bi lez hatine girtin.