Li Wanê zarokek birîndar bû 2023-10-14 13:44:56   WAN - Hat zanîn ku li taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê ji ber şerê di navbera polîs û komekî de derketiye de zarokekî birîndar bûye.   Hat zanîn ku li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 10’ê cotmehê de ji ber reşandina guleyê zarokekî birîndar bûye. Li gor agahiyên ku hatin girtin; roja sêşemê li taxê di navbera polîs û komekî de şer derketiye. Wê navberê de zarokekî ku dema diçû firinê nan bistîne ji ber guleyê ji milê xwe birîndar bûye. Nayê zanîn ku zarok ji ber guleya kîjan aliyê birîndar bûye.   Hat diyarkirin ku piştî bûyera ku hat jiyîn zarok rakirin nexweşxaneyê û piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketiye. Di heman demê de hat diyarkirin ku malbatê der barê bûyerê de serlêdana sûc kiriye.