4'emîn Kongreya Partiya Çep a Kesk sibê ye 2023-10-14 13:20:06     ENQERE - 4'emîn Kongreya Partiya Çep a Kesk sibê li Enqereyê tê lidarxistin. Amadekariyên kongreyê temam bûn.    Bi dirûşma "Ji bo azadiyê" Partiya Çep Kesk sibê Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 4’emîn wê li Enqereyê li dar bixe. Kongre dê li Eywana Sporê ya Atatûrkê bê lidarxistin.    Amadekariyên kongreyê jî guhertina rêziknameyê û şixûlîna partiyê bû. Li ser vê jî amadekarî bi dawî bûn û tê payîn wê rêzikname were guhertin û hejmara endamên Meclisa Partiyê jî bên kêmkirin. Di rêziknameyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî-dayikê û avakirina akademiya siyasetê wê di rêziknameyê de cih bigirin.    Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibe. Wê partî ji heft herêmên cuda yên Tirkiyeyê otobusan amade bike û girseya xwe veguhezîne kongreyê. Tê payîn ku wê partî li gorî derfetên xwe nêzî 10 hezar welatiyan veguhezîne kongreyê û ev xebat ji aliyê rêxistinên bajar û navçeyan vê tê organîzekirin.     Ji çar aliyên Kurdistanê û ji çar aliyên cîhanê rêveber û nûnerên sazî û dezgehan ji bo kongreyê hatine vexwendin û tê payîn gelek mêvan beşdar bibin.    Di warê teknîkî de jî amadekariyên kongreyê bi dawî bûn. Wê ketina eywanê tenê di deriyekî de pêk were. Rayedarên partiyê ji ber xetereya ewlehiyê tenê deriyekî vekirine û wê rojnamevan jî di deriyekî din de bikevin eywanê.    Ji bo ewlekariya li eywana kongreyê jixwe 50 ewlekarên wezîfedar hene lê partiyê bi xwe jî komek ewlekaran a ji 200 kesan pêk tê amade kiriye. Hat zanîn ku nêzî 20 parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî ji bo ewlehiya kongreyê hatine wezîfedarkirin.