Adalet Kaya: Pirsgirêk dê bi têkbirîna tecrîdê re çareser bibe 2023-10-14 09:07:03       AMED - Parlametera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya der barê tecrîda giran û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got çareseriya pirsgirêkan şikandina tecrîdê ye û şikandina tecrîdê tê wateya aramiyê.   Tecrîdan giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û 31 mehe tu agahî jê nayê girtin, ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bikin, serlêdan jî bê encam dimînin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya der barê tecrîda giran û komployê de axivî.   ‘Pergalek tecrîda giran hat avakirin’   Adaletê da zanîn ku komploya 9’ê cotmehê berdewama polîtîka tunekirina kurdan bû û berdewama komployê tecrîda giran a 25 salî heye û pergalek tecrîda giran hatiye avakirin. Adaletê wiha got: “Tecrîd tenê wek tecrîda fîzîkî nirxandin qels dimîne. 25 salan de tecrîd parçe parçe pêk hat. Îro em dinêrin pergaleke tecrîdê ya li ser hemû gelan hatiye avakirin. Li ser kurdan polîtîkayên tasfiyeye, têkbirinê mijara gotinê ne. Tûndî hatiye girankirin û li her qada jiyanê ev zext û tûndî zêde bûne.”   Êrişên li dijî Rojava   Adaletê daxuyakirin ku tecrîdê herî zêde bandor li ser jinan kiriye û wiha dirêjî daye: “Bi şer, tûndî, xizanî, polîtîkayên şerê taybet, hegemonya li ser civakê tê afirandin û hewl didin wisa dîzaynd bikin. Piştî 2011’an pêleke koçberiyê heye. Piştî şerê li Rojava û êrişên DAIŞ’ê koçberî zêde bûn. Ji Şengalê an jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberiyê dest pê kir. Mirovên koçber bûn di riyan de di kampan de li bajarên bi cih bûn bi tûndiyê re hatin rû hev. Bêguman jin û zarok herî zêde bi bandor bûn.”   ‘Li dijî siyaseta kurd êriş heye’   Adaletê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi qanûn û guherînên tên kirin destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Polîtîkayên tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Tûndî û pirsgirêkên tên jiyîn girêdayê tecrîdê ne. Tûndiya mêr ji aliyê dewletê ve nayê cezakirin. Ev 30 sale li Kurdisanê hinek sûc tên kirin. Cureyên tûndiyê yên ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan ve tên kirin hene. Tecrîd ne tenê tecrîda fîzîkî ya li ser Abdullah Ocalane. Ev polîtîkayeke, ev stratejiyeke, pergalek li ser civakê li ser jinan pêk tê. Ji aliyê Abdullah Ocalan ve paradîgma azadîxwaz a jinê hat avakirin. Ji ber vê jî li dijî têkoşîna jinên kurd êrişeke taybet heye.”   ‘Dema çareserî tê axaftin dixwazin ji hişan paqij bikin’   Adaletê her wiha destnîşan kir ku ger pirsgirêka kurd wê bi şikandina tecrîdê çareser bibe û wiha domand: “Tecrîd êrişek li dijî vê ye. Em li dozên hatine vekirin, li dozên ku li siyasetmedarên kurd hatine vekirin binêrin, em vê baş dibînin. Ev operasyoneke tecrîdkirina hiş e. Pêvoyeke çareseriyê muzakereyê bi dewletê re hatibû jiyîn. Me wê demê ev baş dît. Hemû siyaetmedarên wê demê niha girtîne. Dema çareserî tê axaftin dixwazin hişan paqij bikin.”   ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’   Adaletê balkişand ser êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di 5’ê cotmehê de hatine destpêkirin û got çavkaniya vî şerî tecrîde û wiha dirêjî daye: “Ji bo pirsgirêkên civakî ji holê rabin divê tecrîd bê şikandin. Ev gava yekem e. Em ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn divê vê bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di vir de hiqûq nayê naskirin. Êrişeke li dijî hişê civakê mijara gotinê ye. Rakirina tecrîdê tê wateya ku mirov bîhna xwe bigirin. Tê wateya aramamiyê. Bidawîbûna tecrîdê tê wateya pêk hatina daxswaza aştî, azadî û demokrasiyê. Hewcedariya gelên Tirkiyeyê bi vê heye. Hewcedarî bi aştiyê heye.”   ‘Em  jin bi hev re xurt in’   Adaletê dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dema Partiya Çep a Kesk tê gotin jin tên hişê mirovan û wiha dawî lê anî: “Em têkoşîna yekbûyî berfireh dikin û mezinkirina têkoşînê esas digirin. Li pêş me polîtîkayên şer yên faşîst û serdest hene. Li dijî vê hewcedarî bi hêzeke yekbûyî heye. Em dibêjin ku em jin bi hev re xurt in. Li dijî vê faşîzmê divê tifaqa jinan a dij-faşîst û demokratîk bê avakirin.”