Shaghayegh Noruzi: Divê em pêşengiya guherîna Rojhilata Navîn bikin 2023-10-14 09:04:53       Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta Îranê Shaghayegh Noruzi derbarê tundiya li hember jinê ya li Îranê û mijara jinê ya li Rojhilata Navîn de axivî û got: “Ger hewce bi têkbirina êrişan hebe wê demê divê em vê bikin. Ya girîng divê em hemû derfetên destê xwe de bikar bînin û pêşengiya guherîna Rojhilata Navîn bikin.”   Li Îranê piştî ku jina kurd Jîna Emînî hatibû qetilkirin şûnde çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn û gelek kes di van çalakiyan de hatibûn qetilkirin, îşkencekirin û girtin. Jina bi navê Armîta Gravand ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat îşkencekirin ev 12 roj in têkoşîna jiyanê dide.   Aktîvîsta Îranê Aktivist Shaghayegh Noruzi, derbarê zextên li Îran û Rojhilata Navîn li ser jinan tên kirin û mekanîzmayên têkoşînê de axivî.   * Di ser qetilkirina Jîna Emînî de salek derbas bû. Niha jî tundî li jina 16 salî hat kirin û ket komayê. Hûn çi difikirin?   Jîna bi destê hikûmetê hat qetilkirin. Yek ji esasa têkoşînê xweserbûna bedena jinê û ji bo mafê jinan têkoşîn bû. Ji ber em dizanin ku rejîm dijberê jinê ye. Em di alî serkeftinê de bi rastî jî bi hêvî ne. Divê em li ser vê bisekinin û çalaki û xwepêşengandan daketin kolanan. 8 meh şûnde hinek kêm bûn. Lê tevî vê jinan serî netewand, serî girtin red kirin û têkoşînek sivîl dan destpêkirin. Ev wisa ne hêsan bû. Rîskên mezin hebûn. Hikûmetê ji bo jinên têdikoşiyan qanûnek anîn. Ev girîng e. Bi qanûna anîn meclîsê tundiya li ser jinê rewa kirin.    Berpirs hikûmete   Bûyera dawî li istasyona metroyê hat jiyîn. Li dibistan, nexweşxane, navendên dan û standinê li her derê  jin serê xwe negirin tên nerehetkirin. Ne tenê polîsên ahlaqê, her kes dikare bi hêsanî li dijî jinan tundiyê pêk bînin. Hikûmet rê dide vê.  Roja ku hikûmetê got wê qanûna nû derbixe gel û femînistan dizanibû ku wê ev qanûn bê derxistin. Ev qanûn bi xof e. Em li dîrokê dinêrin her cureyê tûndiya li ser jinê hiqûqiye. Armîta niha di komayê de ye. Ji ber serî girtin red kir. Ji dibistanê vedigeriya. Ji ber wê kesekî ew avêt erdê û serê wê li serde ket.   * Li Îranê li dijî mirinan meş û çalaki pêk hatin. Lê desthilatdarî hîna di heman nêrînê de ye. Riya ku bi desthilatdariyê şûnde gavê bide avêtin çiye?   Hêviya min tuneye ku hikûmet gavê bavêje. Pirsgirêk ev e ku hikûmet li ser hîmên hikûmeta îslamî tê meşandin û li ser newekheviya jinê hatiye avakirin. Ji roja ewil de newekheviyek mezin kirin navbera jin û mêr û wisa xwe heyî kirin wisa xwe ava kirin. Yanî nasnameya xwe bi vê ava kirin. Hikûmet êdî ji bo rêbazên siyasî şer nake, têkoşîna nasnameyê dide. Ger ku têkoşîna me ya li dijî wan bi ser bikeve wê ev hikûmet êdî ne ew hikûmet be.    * Aktîvîstan gelek caran ev anî ziman. Mijar ne tenê serî girtine. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Belê mijar ne tenê serî girtine. Serî girtin, sembola hemû pêkanînên din yên li dijî jinan e. Newekheviya li ser jinan xwe dispêre newekheviya nasnameya pergala siyaseta wan.  Her wiha ya ku tenê hedef digirin ne jin in. Ji mijara serî girtinê pêkan nîne. Wek min got ev tenê semboleke. Bi zor serê me digirin û bi vî awayî em dibin ala pergala wan.  Divê  hemû gel û sazî li dijî vê  têbikoşin. Ger em xwedî li bedena xwe derkevi em ê azad bin.   * Li Fîlîstîn û Israîlê niha şer heye. Hinek dîmen derketin holê. Îran piştgiriyê dide vê. Hûn çi dibêjin?   Ev şerê navbera welatan şerê îdeolojiyane. Ev îdeolojî hemû jî baviksalariyeke li dijî jinan e. Tiştên em li Hamasê temaşe dikin, wek we pirsî mirov her tiştî fêm dikin. Hamas komek îslamiye. Belê ji bo mafên Fîlîstînê şer dike lê di rastiyê de çawa şer dikin ji bo çi şer dikin divê ev bê dîtin. Gelo tenê ji bo mafê Fîlîstînê şer dikin an jî ji bo îdeolojiya îslamê şer dikin. Li gorî min îdeolojiya îslamî dertê holê. Ji ber vê jî nêzî hikûmeta Îranê ye. Ji ber vê hikûmeta Îranê piştgiriyê dide.    * Li gorî we divê jin li dijî şer bibin yek û xwe rêxistin bikin? Bi taybet jî li Rojhilata Navîn?   Ger ku hewce pê bê dîtin ku em bibin yek û xwe rêxistin bikin divê ev bê kirin. Ger ku hewce pê bê dîtin ku em bi têkoşîn û şer wan biçewisînin, divê em vê bikin. Lê ji bo ku komên wek Hamas rêbertiyê nekin divê em xwe organize bikin. Ya girîng ev e ku em derfet û alavên destê xwe bikar bînin û ji bo guherîna Rojhilata Navîn pêşengiyê bikin. Daxwazên me yên guherînê dikarin aştiyê bînin. Aştî encameke. Ji Tirkiyeyê heta Îranê, Fîlîstînê hewcedarî bi vê heye.