Rojnamegeran li Geverê îfade dan 2023-10-13 20:26:34   COLEMÊRG - Li Geverê di 18’ê îlonê de rojnamegerên ku nûçeya girseya ku êrîşên PDK’ê protesto kirin çêkirin, siyasetmedar û Dayikên Aştiyê yên tevli protestoyê bûn, ji bo îfadeyê gazî Emniyetê kirin.   Di 18’ê îlonê de li Geverê êrîşên PDK’ê yên li herêma federal a Kurdistanê hatin protestokirin. Walîtiyê bi hinceta qedexeya çalakiyan destur neda û li ser vê girse derbasî meşe bû. Polîsan bi ava şid û gazê êrîş kiribû. Gele kes hatibûn derbkirin. Rojnamegerên nûçe dişopandin û siyasetmedarên tevli protestoyê bûn, gazî eminyetê kirin. Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Ruken Polat û nûçegîhana JINNEWS’ê Rabîa Onver jî ligel parêzerên xwe ji bo îfadeyê bidin çûn eminyetê.   Dema îfadeyê de ji rojnamegeran pirsên ‘We qedeya çalakiyê dizanibû?’, ‘Kê dirûşme berz kirin?’ hatin pirsîn. Rojnamegeran di îfadeyên xwe de diyar kirin ku çarçoveya faliyetên pîşeyî de li wir cih girtine.