Li Şengalê çalakiya 'Her der Rojava her der berxwedan' 2023-10-13 14:54:36       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi armanca piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi dirûşma "Her der Rojava, her der berxwedan" konê çalakiyê hat vedan.   Li gundê Xelef ê Şengalê Rêveberiya Xweser û Demokratîk ya Şengalê ji bo piştgiriya berxwedana rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û şîrîkên wê, çalakiyeke du rojî ya konvedanê destpêkirin.   Xelkê Êzidî û Ereb yên Şengalê, nûnerên partî, rêxistin, sazî û dezgehên Şengalê ji bo piştgirîdayîna berxwedana gelê Rojava û hemû gelên din yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dijî êrişên qirkirinê, bi vedana kon re serdana kon kirin û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê silav kirin.   Di roja yekemîn a çalakiyê de peyamên ji bo piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dijî êrişên qirkirinê hate dayîn. Beriya peyamên piştgiriyê çalakî bi deqîqeyek rêzgirtin ji pakrewanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di van êrişên dawiyê de şehîd bûne re dest pê kir.   Di destpêkê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas axivî û got: “Li Rojava dewleta Tirk a dagîrker bê navber êrişên xwe dewam dike. Ji bo gel bidin koçkirin bi taybet çavkaniyên wan yên jiyanê hedef dikin û vêya jî li pêş çavê hemû cîhanê dikin. Lê heya niha herkes li beramber van kiryarên dewleta Tirk ên dijî Rojava bêdeng in."   Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nefiya Mêşo jî di konê piştgiriyê de axivî û wiha anî ziman: “Em ji bo piştgiriya Rojava li vir kombûne, ji ber em xwe deyndarê xelkê Rojava dibinin. Rêveberiya Rojava û gelê wê bi hemû derfetên xwe herdem bûye piştevan ji gelên azadîxwaz re. Xelkê Rojava tenê dixwaze bi azadî li ser axa xwe bijî, daxwaza tiştekî ji tu kesî nake. Em ji xelkê Rojava re dibêjin, hûn ne bi tenêne, heya em hene emê piştevaniya we bikin. Em ê bihev re vê dozê bibin serî.’   Li ser navê Meclisên herêma Erebên Şengalê jî Xideyer Saleh diyar kir ku dewleta Tirk êrişê ew hêzên ku mirovahiyê ji DAIŞ’ê parastin dike û wiha axivî: "Çawa Iraq li beramber êrişên dewleta Tirk ên dijî Şengalê bêdeng e, hikûmeta Şamê jî li Sûriyeyê beramber van êrişan bêdeng e. Armanca van dewletan ew e ku biratiya nava gelan de ji holê rake. Armanca van êrişan, ji hev dûrxistina gelên herêmê û belavkirina wê ye.”   Konê çalakiyê bi serdanên ji her devera Şengalê ve dewam dike.