Ji Strasboûrgê peyama 'Ev yek hîn destpêk e' 2023-10-13 14:48:58       NAVENDA NÛÇÊYAN - KCDK-E û CDK-F ku rêxistinên sîwanî yên komeleyên kurd ên li Ewropa û Fransayê ne, daxuyaniyên çapemeniyê yên dostên Gelê Kurd silav kir û got: "Ev yek hîn destpêk e."   Rêxistina sîwana komeyên Kurd a li Ewropayê KCDK-E û rêxistina sîwana komeleyên kurd a li Fransayê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li Strasboûrgê civîna çapemeniyê li dar xistin.   Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevseroka CDK-F’ê Şahîn Polat û Hevseroka Meclîsa Strasboûrgê Fikret Çelîk beşdarî civînê bûn. Di civîna çapemeniyê de pêngava ku bi daxwaza Azadî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re hatî destpêkirin, silav kir.   Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku ev 4 roj in li Strasboûrgê ne, pêngava li 10’ê Cotmehê destpê kirî bi bîr xist û got: “Dostên Gelê Kurd têkildarî pêngavê, gava destpêkê avêtin.”   Zubeyde, anî ziman ku li zêdeyî 10 noqteyan daxuyanî hatine dayîn û got: “Rêber Apo ji bo gelên cîhanê têdikoşe, ew jî ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.” Zumrut destnîşan kir ku ew pêngavê silav dikin. Zumrut diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê hîn geştir bikin û got: “Ev destpêkek e, wê mezin bibe û bidome.”   Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat wiha got: “Di vê pêvajoya çalakîtiyê de, em hemû dostên xwe yên li cem Gelê Kurd û li cîhanê bûne dengê me silav dikin. Em biryardarî û îradeya gelê xwe ku 4 rojan li Strasboûrgê raber kirî, pîroz dikin.”   Hevserokê Engîn Sever bal kişand ser tecrîdê û êrişên dagirkeriyê û bang li hemû saziyên kurdan kir ku di vê pêngavê de cih bigirin û got: “Em ê encam wergirin. Ji ber ku paradîgmaya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn jiyana hevpar û rêya azad e. Ev pêngavekî mezin e. Em bawer dikin ku em ê encam wergirin.”