Li dijî gundên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê êrîş 2023-10-12 21:43:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê êrîşê gundên Til Rifat û Efrînê kir.    Tirkiyeyê gundên Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrawayê û gundên Tinib, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topebaran dike.   Hat ragîhandin ku  heman demê de balafireke keşfê ya Tirkiyeyê li asîmanê Helebê û balafirên şer û yên keşfê li ser Şehba, Şêrawa û Şerayê digerin.