Wesayîta rîngê ya girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel dibir qeza kir 2023-10-12 20:58:37   ÎZMÎR - Girtiya nexweşa giran dayika aştiyê Muhlîse Karaguzel ku nexweşa tansiyonê bilind û şekir e, di vegera ji Nexweşxaneya Yeşîlyurtê de wesayîta rîngê ya têde bû qeza kir û birîndar bû.   Girtiya nexweşa giran, dayika Aştiyê Muhlîse Karaguzel li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê girtiye.  Muhlîse Karazuzel di 9’ê cotmehê de çû Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê û divegerê de wesayîta rîngê qeza kir û birîndar bû. Li gorî agahiyên ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hatiye girtin, Muhlîse bêyî ku birînek cidî bigire qeza derbas kiriye.