Li Strasbourgê derbarê azadiya Abdullah Ocalan de panel 2023-10-12 15:26:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Strasbourgê bi navê "Jinên Kurd li Rojava jiyana nû bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava dike" panelek hat lidarxistin.   Di çarçoveya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" çalakî dewam dikin. Yek ji wan çalakiyan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê hate lidarxistin. Di roja sêyemîn a pêngavê de Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) panelek lidar xist. Panel li Navenda Çanda Elewiyan a Strasbourgê pêk hat û qala paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate kirin.   Elîf Kaya di panelê de axivî û got: "Rêber Apo beriya dest bi têkoşînê bike got 'Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye, jin kole ne' û du tespîtên krîtîk kir." Elîf ragihand ku vê tespîtê esasê dîroka têkoşînê diyar kir û anî ziman, paradîgmaya Konfederal a Demokratîk bi vê tespîtê veguherî çareseriya bingehîn a pirsgirêkên cîhanê. Elîf destnîşan kir ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê (Jineolojî) bi têkoşîna mezin a jinên Kurd hate afirandin.   Bi dewamî Elîf  anî ziman ku netewe dewlet dijminê jinan e û destnîşan kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe li Rojava li ser paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jiyaneke nû ava kirine û wiha axivî: "Heta ku dîlgirtin û tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe wê têkoşîna me dewam bike. Azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de mifteya çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd e."   Endama Meclîsa PYD'ê Fadîle Sosin jî diyar kir ku ew ji Efrînê ye ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û wiha bi lêv kir: "Kurdistan di bin dagirkeriya çar netewe dewletan de ye. Rêber Apo gelekî ku li ber tunebûnê bû rakir ser xwe, berxwedaneke destanî ya bêhempa afirand. Rêberê me ku ji bo gelê xwe canê xwe daniye holê, bi komployeke navneteweyî di bin gardiyantiya dewleta Tirk a dagirker de dîlgirtî ye. Weke jinên kurd heta ku azadiya me pêk were, heta ku azadiya Rêberê me pêk were em ê têkoşînê dewam bikin."   Panel bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.